Partiya Pêşerojê ya Sûriyê qutkirina avê bi destê dewleta Tirk, şermezar kir

Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê daxuyaniyek da û tê de kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî û civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku para gelê Sûriyê ji avê berde.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê qutkirina avê bi destê dewleta Tirk, şermezar kir
10 gulan, 2021   13:20
KOBANÊ

Bi dehan endamên meclisa partiyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ser qiraxa çemê Firatê li nêzî Pira Qereqozaq ji aliyê yek ji rêveberên partiyê Ronahî Kenan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Gelê Sûriyê temenê şer giran dide çi bi cezayan be, çi bi rijandina xwînê be û jî bi binpêkirinên ji aliyê dewleta Tirk be. Dewleta Tirk şerê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyê wê dike da ku dagirkirina xaka Sûriyê dewam bike û bike herêmên tirkî. Herî dawîn jî dest bi şerekî nû kiriye û ew jî şerê avê ye ku li dijî bi milyonan gelê Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne, sivîlan dixe xeteriyê û zengîniya wê bi mirinê re rû bi rû dihêle.

Rêjeya ava çemê Firatê gihaştiye astsên pir kêm. Ev jî dê karesatên ekolojîk û mirovî bi xwe re derxîne hole. Ji ber dewleta Tirk a dagirker herikandina ava çem sekinandiye û nahêle bighêje xaka Sûriyê û di bendavên Tirkiyê de kom dike. 

Herikandina avê çemê Firatê ber bi xaka Sûriyê ve di her xuleyekê de naghêje ji 200 m3. Li gorî zagon û pîvanên navneteweyî çemê Firatê çemekî navneteweyî ye sînorê wî tune ne wek ku dewleta Tirk dibêje ji ber ew gelek dewletan derbas dike.

Dewleta Tirk bi vê yekê dê ava bîran zuha bike û ava ji bo zeviyên çandiniyê dê nemîne. Ji ber ev herêm a para xwarinê ya Sûriyê ye. Her wiha dê zerarên mezin li dijî sewaldariyê, çandinî, çêkirina kehrebeyê bi xwe re bîne.

Şerê avê ku dewleta Tirk bi kar tîne ji sûcên din di destekdayîna ji terorîstan re, binpêkirinên li herêmên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Idlibê ne cûda ye. Armana wê ku zexta aborî li dijî rewşa jiyanî, ewlehiya xwarinê û avê bikar bîne.

Sûcê nû ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê bikar tîne û wî tî dike dikeva lîsteya sûc û binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê ew jî sûcekî şere û li dijî mirovahiyê ye. Civaka navneteweyî jî di vê der barê de bê deng e û rola wê tune ye.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî û mirovî dikin ku bi hemû şêwazên diplomatîk, qanûnî, çapemenî û hiqûqî zextê li dewleta Tirk bikin da ku vî şerê karesatî bidawî bikin û wê neçar bikin da ku peymana 1987`an pêk bîne û para Sûriyê ji ava çemê Firatê li gorî peymanê, berde."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mKpUV575z7k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>