Îsraîlê malek  li bejahiyên Quneyterayêkir armanc û sivîlek birîndar bû

Ajansa SANA’yê ragihand ku Îsraîlê malek li rojavayê bajarokê Hedir ê bejahiya bakurê Quneyterayê kir armanc, di encamê de sivîlek birîndar bû.

Îsraîlê malek  li bejahiyên Quneyterayêkir armanc û sivîlek birîndar bû
10 gulan, 2021   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ajansa SANA’yê ya girêdayî hikumeta Şamê diyar kir ku helîkoptereke Îsraîlê maleke li Eyn El-Têne ya rizgarkirî ya li rojavayê bajarokê Heder ê bejahiya bakurê Quneyterayê kir armanc, di encamê de sivîlek birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Quneyterayê.

5’ê vê mehê di encama teqînên dijwar de yên derbeyên Îsraîlê de li herêma peravê ya Sûriyê kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûn.

(eh)