Êzidiyên koçber êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrîn bêdengiya navneteweyî ya der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û qutkirina ava Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Êzidiyên koçber êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
10 gulan, 2021   12:22
ŞEHBA

Bi dehan endamên yekitiyê, saziyan û yekitiyan li pêşiya navenda yekitiyê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn.

Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê endama Yekitiya Êzidiyan Orîvan Menan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbasbûna artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê û avakirina bi dehan baregehên leşkerî, armanc jî guhartina demografî, qirkirin û desteserkirina xêr û berên herêmê ye.

Di daxuyaniyê de girtina ava Firatê li ser Sûriyê û qutkirina ava vexwarinê li ser kantona Hesekê, bi kiryareke bêexlaqî hate binavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û qutkirina ava Firatê ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fGm3SbGs40Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>