Partiyên siyasî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Sûriyê şermezar kirin

Nivîsgehên partiyên siyasî yên di bin sîwana Meclisa Sûriya Demokratîk de li bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên wê yên li dijî herêmên Sûriyê şermezar kirin.

Partiyên siyasî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Sûriyê şermezar kirin
10 gulan, 2021   12:00
HELEB

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalîde Ebdo ve li Qada Şehîd Destîna ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd ve hate xwendin. Bi dehan nûnerên partiyên di bin sîwana MSD`ê de beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Artêşa Tirk a dagirker ku xwe bi hêz û derfetên xwe dibîne wekî çawa li hember berxwedana Heftanîn û Garê têk çû li Metîna, Avaşîn û Zapê jî têk çû û derbeyên giran ji gerîlayên HPG`ê xwar. Tevî ku binketina xwe vedişêre û naxwaze eşkere bike, lê ew rojane bi dehan cenazeyên kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qada şer radike."

Di berdewama daxuyaniyê de hate zanîn ku dewleta Tirk ku rola xwe li Sûriyê didomîne, avê li ser gelê Sûriyê qut dike û wiha hate dewamkirin: "Dewleta Tirk aloziya Sûriyê kûr kir bi rêya şandina çeteyên ber bi xaka Sûriyê ve. Îro jî şerê xwe dewam dike û binpêkirinên wê gihaştine asta sûcên şer wekî qutkirina avê li ser gelê Sûriyê û bi vê yekê qanûn û pîvanên navneteweyî, binpê dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew wek partiyên Helebê yên di bin sîwana MSD`ê de piştgiriyê didin gelê Sûriyê û bang li dewletên ku Peymana Avhewayê ya Parîsê îmze kirine ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ava çemê Firatê berde da ku karesat çênebin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DxitV_5ixTA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>