Li çola Humisê 2 mayin teqiyan; 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li herêma Cebel El-Emûr a li çola rojhilatê Humisê 2 mayin teqiyan, di encamê de 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Li çola Humisê 2 mayin teqiyan; 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
10 gulan, 2021   09:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li herêma Cebel El-Emûr a li rojavayê El-Sexnê ya li çola rojhilatê Humisê 2 mayin bi hêzên artêşa hikumeta Şamê de teqiyan. Di encamê de 7 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û zêdetirî 18 leşkeran birîndar bûn. Ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Li gorî SOHR`ê, ji 24`ê Adara 2019`an ve di topbaran, êriş û hedefgirtinan de hezar û 415 endamên hêzên hikumeta Şamê û 936 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin. Her wiha 4 sivîlên ku li zeviyên gazê kar dikir û bi dehan şivan û sivîlên din ku di nav de zarok û jin jî hene, hatine kuştin.

(cx)