Di pevçûnên li Mizgefta El-Eqsa de gelek kes birîndar bûn

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di pevçûnên sibehê de yên piştî serdegirtina polîsên Îsraîlê bi ser Mizgefta El-Eqsa de, bi dehan welatiyên Filistînê birîndar bûne.

Di pevçûnên li Mizgefta El-Eqsa de gelek kes birîndar bûn
10 gulan, 2021   08:29
 XEZA

Piştî ku bi dehan polîsên Îsraîlê ji deriyê El-Mexaribe ve bi ser Mizgefta El-Eqsa de girt, pevçûn derketin.

Li gorî raporan, hêzên Îsraîlê guleyên palstîk, gaza rondikrêj û bombeyên deng bi ser kesên li mizgeftê de avêtin. Pevçûn hîna jî dewam dikin.

Heyva Sor a Filistînê da zanîn ku hêzên Îsraîlê nahêlin ku birîndar bên rakirin û ciwanên birîndar binçav dike.

Ji saetên berbangê ve, hemwextî bangewaziyên Îsraîlê yên serdegirtina Mizgefta El-Eqsa, li mizgeftê rewş tevlihev e.

Tevgera Hemasê têkildarî serdegirtina polîsên Îsraîlê bi ser mizgeftê de got şerekî olî ye û dê “dijmin fatureya wê biha bide”.

(cx)