Rojnameyên erebî: Muxalefeta Tirkiyê amadekariyê dike ku li hember Erdogan derkeve

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa hundirîn a Tirkiyê, aloziya Iraqê û şerê li Qudsê kir.

Rojnameyên erebî: Muxalefeta Tirkiyê amadekariyê dike ku li hember Erdogan derkeve
10 gulan, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘MUXALEFETA TIRKIYÊ HEVALBENDIYA XWE BERFIREH DIKE DA KU LI HEMBER ERDOGAN DERKEVE’

Girêdayî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Seroka Partiya Iyi a Tirkiyê Meral Akşener got lihevkirin di navbera partiyan de ku nû ji AKP`ê veqetiyane, heye da ku wan tev li hevalbendiya xwe di hilbijrtinn 2023`yan de bikin. Li gorî çavdêran ku ev yek pêngava stratejîk a serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li ser esasê parçekirina muxalefetê têk dibe.

Bi vê yekê îşaret bi anketên dawîn kir ku AKP`ê ji destpêka damezirandina xwe ve desteka herî kêm digire. Meral Akşner jî wih got: "AKP ji sedî 25`an bi dest dixe. Ev jî bi MHP`ê re ku ji sedî nêzî 42`yan bi dest dixe. Ji aliyekî din ve ‘hevalbendiya gel’ mezin dibe.”

‘XWEPÊŞANDÊRAN ÊRIŞÎ KONSOLXANEYA ÎRANÊ YA LI KERBELAYÊ KIR‘

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsand: "Xwepêşandêrên bi hêrs şevê din êrişî konsolxaneya Îranê ya li Kerbelayê kir û agir li pêşiya wê pêxist. Hêzên ewlehiyê gule ku ber bi hewa ve diavêtin da ku xwepêşandan belav bikin û xwepêşandêr neçar man vekişin.

Piştî kuştina çalakvanê tevgera xwepêşandan li parêzgehê Îhab El-Weznî, êriş li dijî konsolxaneya Îranê hate kirin û ev yek ji ber tawanên ku destê Îranê di kuştina wî de heye, pêk hat.”

‘MECLISA EWLEHIYÊ ÎRO REWŞA QUDSÊ NÎQAŞ DIKE‘

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Rojnameya The Times of Israil li gorî dîplomatên Îsraîlê ragihand ku tê payîn Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî îro civîneke awarete li dar bixe da ku zêdebûna tundiyê li Qudsê nîqaş bike.

3 dîplomatên di Meclisa Ewlehiyê de ji rojnameyê re destnîşan kir ku meclis dê li ser xwesteka Tunisê bicive.

Di dawiya hefteyê de li bajarê Qudsê rewş xirab bû û di encama wê de 600 kes di şerê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê û çalakvanan de birîndar bûn.”

(bx)