4 sal di ser rizgarkirina Tebqayê re derbas bûn… Jinan pêngavên girîng avêt

Di pêvajoya 4 salên rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de, jinên Tebqayê ji bo xwebirêxistinkirinê pêngavên girîng avêtin û di qadên siyasî, leşkerî û civakî de pêşeng bûn, bi vî awayî jin ji rêxistinkirinê ber bi biryardayînê ve çûn. 

4 sal di ser rizgarkirina Tebqayê re derbas bûn… Jinan pêngavên girîng avêt
4 sal di ser rizgarkirina Tebqayê re derbas bûn… Jinan pêngavên girîng avêt
4 sal di ser rizgarkirina Tebqayê re derbas bûn… Jinan pêngavên girîng avêt
4 sal di ser rizgarkirina Tebqayê re derbas bûn… Jinan pêngavên girîng avêt
4 sal di ser rizgarkirina Tebqayê re derbas bûn… Jinan pêngavên girîng avêt
10 gulan, 2021   07:31
TEBQA-SELAM KÊRWAN-EBDUREHMAN EL-SALIH

Çeteyên DAIŞ`ê piştî Tebqayê di 2014`an de dagir kir, rola jinan paşguh kir û qanûnên nerewa ferz kirin û li dijî jinan sûcên hovane pêk anîn, jê qetilkirin û firotina li bazaran.

Piştî rizgarkirina Tebqayê di 10’ê Gulana 2017’an de ji hêla QSD’ê û bi serkêşiya YPJ’ê ve, gelek guhartin di rewşa jinan de çêbûn, beşdarî hemleyên rizgarkirinê bûn û li dijî hişmendiya mêran xwe bi rêxistin kirin.

YPJ`ê di rizgarkirina Tebqayê de roleke pêşeng lîst û bi saya berdêlên ku dan, gelek jinên ku di vê yekê de xelasî dît, tev lê bûn.

Di encama serkeftinên leşkerî û siyasî yên ku hatin bidestxistin de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin û derfet ji jinan re vekir ku tev li qadên siyasî, leşkerî, civakî û aborî bibin.

ꞌDIVÊYABÛ HÊZEK BIHATA RÊXISTINKIRIN KU PARASTINA JINAN BIKIRAꞌ

Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Îman Mihemed têkildarî salvegera rizgarkirina Tebqayê axivî û got: "Divêyabû rêxistineke taybet bi jinan heba, da ku parastina wan bikira û xwe nespêrin tu aliyên derve, ji lew re YPJ`ê yekane rêya isbata karîn û têkoşîna wan e."

Îman Mihemed wiha domand: "Têkoşîn û şoreşa jinan xwedî aliyekî gelêrî û neteweyî bû û bandor li têkoşînên rizgariyê yên gelek civakan kir. Ger azadiya jinan misoger nebe şoreş bi ser nakevin, şerê rastteqînê yê ku wan şervanan pêk anî, ew têkoşîn û rêzeserkeftinên ku hîn jî di dîrokê de tên gotin."

Îman Mihemed da zanîn ku vê şoreşê hişt gelek jin ji bo azadiyê serî hildin û got: "Ya herî girîng jî isbata hebûna me û pêkanîna serkeftinan e, da ku ji cîhanê  re isbat bikin ku civak bêyî jin tune ye."

ꞌBEŞDARIYA JINAN A JI XEBATA SAZIYAN REꞌ

Jinên Tebqayê xwe bi rêxistin kir û ber bi rizgarkirina ji hişmendiya baviksalariyê ve çûn, komîte, komele û saziyên  jinan ava kirin, her wiha di pêvajoya 4 salan de bi rêya vekirina 16 komîte û saziyên taybet bi jinan jê "Komîteya Perwerdê, Komîteya Têkiliyên, Komîteya Aborî, Komîteya Jinan, Komîteya Tenduristiyê û Komîteya Lihevhatinê û Adalet" bi sedan jin bi rêxistin kirin û rêjeya beşdariya jinan a di saziyan de gihaşt derdora ji sedî 60.

Komîteya Aborî bi rêya vekirina projeyên cuda piştgiriya aboriya jinan kir, jê firinên taybet bi jinan, vekirina projeya Mala Mûnê(Qûtên salê), îcarkirina erdên çandiniyê da ku debara xwe bikin û kar peyda bikin.

Bi saya fikirê azad ê ku rola jinên pêşeng xurt kir, piştî vekirina akademiyên taybet bi jinan û zêdetirî 250 jinan tev li bûn, derdora 45 dewreyên perwerdeyê yên fikrî hatin orgenîzekirin.

Der barê mijarê de Endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Welaa El-Nacî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di sala 2021`ê de ji girîngtirîn planên ku Rêveberiya Jinan a Tebqayê ragihandine, piştgiriya rêxistina fikrî ya bi rêya tevlêbûneke berfireh bû, da ku piştgiriyê bide jinan û rewşa xwe yên zor biguherin."

Welaa El-Nacî ev xal rêz kirin: "Rêjeya beşdariya jinan a ji qadên saziyên li Tebqayê re gihaşt ji sedî 60, ev jî pêşketineke baş e û hilberîna 4 salan a têkoşînê ye, ji ber ku jinan di hemû deste û meclisan de rola xwe ya pêşeng lîst û gihaşt qonaxên pêşketî, di nav de qonaxa biryardayînê yên girêdayî aliyên rêxistinî, siyasî, leşkerî û civakî."

Welaa El-Nacî salvegera 4’emîn a Rizgarkirina Tebqayê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li jinan pîroz kir û spasiya rola mezin a jinan di vê yekê de kir.

Di dawiyê de Welaa El-Nacî wiha got: "Divê jin kedê zêde bidin, da ku bigihînin asta ku tê xwestin û têgehên di civakê li ser azadiya jinan de hatine çandin, biguherin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Su-sOsmOsyU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>