Li Iraqê êrişên li dijî rojnamevanan zêde bûne

Li parêzgeha Qadsiya ya Iraqê nûçegihanê Ajansa Firat ya Iraqê Ehmed Hesen rastî êrişê hat û ew bi giranî birîndar bû.

Li Iraqê êrişên li dijî rojnamevanan zêde bûne
10 gulan, 2021   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Firat ya Iraqê, danê sibehê nûçegihanê wan Ehmed Hesen li ber derê mala xwe ya li Dîwaniye ya dikeve navenda parêzgeha Qadsiya ya Iraqê, rastî êrişek çekdarî hatiye. Çavkaniyê ragihand ku di encama êrişa çekdarî de, nuçegihan Ehmed Hesen bi giranî birîndar ûye.

Hate gotin ku Ehmed Hesen niha li nexweşxaneyê dibin çavdêriya dixtoran de ye.

Heya niha derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Nayê zanîn bê ka kê êrişî rojnameger Ehmed Hesen kiriye.

Hêjayî gotinê ye duh li Kerbelayê aktîvîstê naskirî Îhrab Cewad Weznî hate kuştin. Yek ji aktîvîstên organîzetorê nerazîbûnan û dengê diyar ê Kerbelayê dihate naskirin.

(cx)