Li Efganistanê teqîn

Li başûrê Efganistanê îro di encama teqîna li otobusekê de 11 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li Efganistanê teqîn
10 gulan, 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Gulîslam Siyal berdevkê hikumeta herêma Zabil bi bîr xist ku teqîn duh bi şev pêk hatiye û di encamê de 25 kes birîndar bûne û rewşa wan giran e.

Li aliyekî din Wezareta Karên Hundir di daxuyaniyeke xwe de got bombeyek ku li ser aliyê rê hatibû danîn, bi otobusê de teqiya û berpirsyariya bûyerê kir stûyê tevgera Talîban.

Li gorî rayedarên tenduristiyê îro li Bol Matak a li herêma Birwan ji ber ku mayinek li ser aliyê rê hatibû çandin, 2 sivîl hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Serokê nexweşxaneya Birwanê got birîndar rakirine nexweşxaneyeke din û di nava wan de jin û zarok hene. Heta niha tu aliyekî berpirsyariya teqînan nedaye ser xwe.

Roja şemiyê bi dehan endamên Talîbanê di encama hedefgirtina dibistanekê de li Kabûlê de hatibûn kuştin.

Li welêt di çend hefteyên dawîn de asta tundiyê zêde bûye, bi taybet piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew ê heta 11 Îlonê hêzên xwe ji Efganistanê vekişîne.

Talîbanê roja yekşemê ragihandibû ku dê di 3 rojên cejna Remezanê de agirbest pêk were.

(şx)