‘Tecrîdkirina rêber Ocalan stratejiyeke bi zanabûn a qirkirina Kurdan e’

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ednan Kalo diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya stratejiya sînorkirina ramanên wî û qirkirina gelê Kurd de ye.

‘Tecrîdkirina rêber Ocalan stratejiyeke bi zanabûn a qirkirina Kurdan e’
10 gulan, 2021   00:46
HESEKÊ - DIYAR EHMED

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Ednan Kalo armancên dewleta Tirk a ferzkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şîrove kir.

Kalo di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ferzkirina tecrîdê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya stratejiya dîrokî ya dewleta dagirker a qirkirina gelê Kurd de ye.

ŞOREŞ Û KOMKUJÎ

Kalo  wiha domand: “Gelê Kurd gelek caran şoreş kirin û gelek komkujî li ser wan çêbûn. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelê Kurd bi rêya komkujiyan her gav rê li ber şoreş û mafên Kurdan girtiye."

Kalo  di axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan û ramanên wî daye destpêkirin û got: "Ji ber ku dewleta Tirk û hevalbendên wê ji belavbûna fikir û felsefeya rêber Ocalan di Rojhilata Navîn de ditirsin, tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kir."

Kalo her wiha diyar kir ku şoreşa ku rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji şoreşên din ên berê cuda ye, rêber Ocalan bi hezaran şoreşger û mîrateyek fikirî li dû xwe hişt.

Kalo  wiha dom kir: "Dema ku em ji civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî azadiya rêber Ocalan dixwazin, em azadiya wî ya fîzîkî dixwazin ji ber ku raman û felsefeya wî azad in. Bi milyonan gelên herêmê fikir û felsefeya Rêbertî dişopînin. "

Kalo got: "Heger em wek gelên herêmê dixwazin tecrîda ku dewleta dagirker li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye rakin, divê em ramana Rêbertî di kesayeta xwe, malên xwe û her deverekê de vejînin, bi vê yekê rêber Ocalan azad dibe."

Kalo tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ramanên rêber Abdullah Ocalan, ditirse û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro em dibînin ku şervanên biyanî ji tevahî deverên cîhanê ramanên rêber Ocalan ji xwe re esas digirin û bi çekên xwe li çiyayên azad şer dikin.”

(dx)

ANHA