Di navbera du malbatan li Dirbêsiyê de pevçûn çêbû, 2 kes mirin û yek birîn bû

Vê êvarê di navbera du malbatên ji eşîra El-Badîne li gundê Til Kerem ê navçeya Dirbêsiyê de pevçûn çêbû, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû.

Di navbera du malbatan li Dirbêsiyê de pevçûn çêbû, 2 kes mirin û yek birîn bû
9 gulan, 2021   18:31
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê bi dest ketine, sedema nakokiyê pezê malbata Hesen Elo Seîd kete nava zeviyên çandiniyê yên avî yên malbata Hec Eslan Osî.

Li gorî çavkaniyên ji gund, di encama nakokiyê de her du malbatên gule li hev reşandin û 2 kesan jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû û rakirina naexweşxaneyên Qamişlo û rewşa wî giran e.

(fr)

ANHA