QSD’ê li geliyê Ecîc ê Dêrazorê operasyoneke leşkerî û ewlehî dest pê kir

Navneda Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand hêzên wan bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî dest bi operasyoneke leşkerî û ewlehî ya berfireh li geliyê Ecîc ê Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê kiriye û dê 4 rojan berdewam bike.

QSD’ê li geliyê Ecîc ê Dêrazorê operasyoneke leşkerî û ewlehî dest pê kir
9 gulan, 2021   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin:

"Hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê vê sibehê li herêma geliyê Ecîc ê bakurê Dêrazorê dest bi operasyoneke leşkerî ya ewlehî ya berfireh kir. Ew operasyon li dijî şaneyên veşartî û çalak ên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, eşkerekirina nuqte û çekên wan ku çete û serçeteyên wan li herêmên bi ser sînorê Iraqê ve bi kar tînin, hate destpêkirin.

Operasyona ku dê 4 rojan berdewam bike, ji saetên vê sibehê de piştî derbeyên moşekan, bombeyên bişewq û gera balafirên keşfê yên hêzên Koalîsyona Navneteweyî dest pê kir.

Ev operasyon di çarçoveya kedên berdewam ên hevbeş ên hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat, armanc jê jî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê û tevahî rêxistinên terorîst ên dîtir in, her wiha da ku li hember alozî û tevliheviya ku çete çêdikin, besekinin."

(fr)

ANHA