Li Şêrawa bi boneya hatina Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin

Îro KPC-D’ê û Tevgera Çand û Hunerê şahiyek bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ku dikeve 15’ê Gulanê li gundê Xurûbkê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê li dar xist.

Li Şêrawa bi boneya hatina Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
Li Şêrawa bi boneya hatina Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
Li Şêrawa bi boneya hatina Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
Li Şêrawa bi boneya hatina Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
Li Şêrawa bi boneya hatina Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
9 gulan, 2021   17:59
ŞEHBA

Ji rêzeçalakiyên ku Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li dar dixe, îro komîteyê şahiyek li gundê Xurûbkê ya naçeya Şêrawayê li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan mamost, xwendekar û şêniyên gundên navçeya Şêrawayê beşdar bûn û pankartên bi nivîsên zimanên erebî û kurdî "Têkoşîna me bi zimanê me û keda şehîdên me ye û em perwerdê bi zimanê xwe dixwazin" rakirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka KPC-D’ê Leyla Feyo Cejna Zimanê Kurdî li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî têkoşerên azadiyê pîroz kir.

Leyla Feyo wiha got: "Di her sale de, di 15’ê Gulanê de gelê Kurdistanê pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî li dar dixin. Dîroka Cejna Zimanê Kurdî ji dema derxistina kovara Hawarê di 1932’yan de bi destê Celadat Elî Berdirxan bi zimanê kurdî li dar xistiye, tê."

Leyla Feyo wiha domand: "Ji bo parastina zimanê kurdî ji qirkirinê bi hezaran gelê Kurd canê xwe da û hîna jî heta roja îro di oxira zimanê kurdî de canê xwe didin."

Piştre Cîgirê Hevserokatiya Meclisa navçeya Şêrawa Henîf Seydo roja 15’ê Gulanê li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Ev roj ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, me saziyên zimanê kurdî ji bo parastina zimanê xwe û fêrbûna ziman ji nifşên nû re û parastina nasnameya xwe vekirin."

Piştî axaftinan, komên Kulîlkên Efrînê, Şehîd Şêro û Çiyayê Lêlonê yên xwendekaran stran gotin û şêniyan dîlan gerandin.

Şahî bi şanoyekê ji pêşandana xwendekar û mamosteyan li ser girîngiya zimanê kurdî û teşwîqkirina şêniyan a fêrbûna li ser zimanê dayikê bi dawî bû.

(fr)

ANHA