Komîteya Edaletê û Meclisa Sivîl a Reqayê eşîra El-Boseraya û El-Sexanî li hev anîn

Di dawiya Nîsanê de, di navbera eşîrên El-Bo Seraye û El-Sexanî yên Reqayê de pevçûn derketibû û ji her du eşîran 4 kes hatibûn kuştin. Îro Komîteya Edaletê û Meclisa Sivîl a Reqayê her du eşîr li hev anîn.

Komîteya Edaletê û Meclisa Sivîl a Reqayê eşîra El-Boseraya û El-Sexanî li hev anîn
9 gulan, 2021   14:01
REQA

Lihevanîn li konê ku li qada sûka Hal a bajarê Reqayê hatibû vedan, pêk hat. Rûspî, rûspiyên eşîrên El-Sexanî û El-Boseraya, şêx û rûspiyên eşîrên Tebqa, Reqa û Dêrazorê û endamên saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê tev li lihevanînê bûn.

Komîteya Lihevanîn û Edaletî tevî Meclisa Sivîl a Reqayê navbeynkarî kir da ku nakokî ji destpêkê ve bê çareskirin.

Di civîna lihevanînê de şêxê eşîra El-Sexanî Fewaz El-Bêk ê bi xêrhatina beşdaran kir û spasya hemû aliyên ku ji bo çareskirina pirsgirêkê destwerdan kirin, kir. Şêx El-Bêk teqez kir ku bûyera rû daye kiryareke ne guncaw e û ne hêjayî şêniyên Reqayê ye ku her tim bi yekitî û biratiyê hatin naskirin.

Şêxê eşîra El-Boseraya Îsmaîl El-Îbrahîm jî mixabiniya xwe li ser bûyerê nîşan da û got ji ber kêm têgîhaştinê gelek kesên bê guneh hatin kuştin.

El-Bêk û El-Îbrahîm bang li hemû pêkhateyên eşîran kir ku aram bin û ji tiştê ku qewimiye dersekê bigirin, her wiha bûyerê ji bîr bikin û têkiliyên bi wê eşîrê re ji nû ve vegerînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NYVdQugOeG4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>