​​​​​​​Kolaneke Qamişloyê bi navê şehîd Nûbar Ozanyan hat binavkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Şaredariya Gel û PYD`ê, bi merasîmekê navê kolaneke bajarê Qamişloyê bi navê şehîdê Ermen Nûbar Ozanyan ku 2017`an li Serêkaniyê şehîd bûbû, bi nav kir.

​​​​​​​Kolaneke Qamişloyê bi navê şehîd Nûbar Ozanyan hat binavkirin
9 gulan, 2021   12:36
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Ermen, Ereb, Kurd û Suryan beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Masûm Hesen, şehîd Nûbar Ozanyan bi bîr anî.

Hesen têkoşîna şehîd Nûbar a li eniyên şer bi bîr anî û got: “Wê bi lehengî li hemberî dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê li ber xwe da.”

Hesen her wiha diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hemberî dagirkeriya Tirk yekdest bin û wiha domand: “Kurd, Suryan, Ermen û Ereb em ê bi hev re welatekî li ser pîvanên demokrasiyê ku aramî û ewlehî û jiyana birûmet lê serwer e, ava bikin.”

Endamê rêveberiya Komeleya Çandî ya Suryanî li Sûriyê Hena Somî jî wiha axivî: “Biratiya gelan ji zordariya Erdogan û dagirkeriya Tirkan mezintir e.”

Bi navê Meclisa Ermenan û Tabûra Ermenan Cemîl Amed jî wiha got: “Dê dewleta Tirk nekare pêkhateyên Ermen, Kurd, êzidî, Ereb, Suryan tune bike. Em bi şehîd Nûbar Ozanyan û bi hemû şervanên ku di oxira azadiyê de li ber xwe didin, serbilind in.”

Kolana ku navê şehîd Nûbar Ozanyan lê hatiye kirin, li taxa Bişêriyê li nêzî çerxerêya Sîvan a Qamişloyê ye.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nc5oO6scOXA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>