Şêniyên Efrînê: Bi ruhê berxwedana Garê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin

Bi sedan şêniyên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî, meşiyan.

Şêniyên Efrînê: Bi ruhê berxwedana Garê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin
9 gulan, 2021   12:23
ŞEHBA

Xwepêşdanê ji têketina gundê Kefer Naya yê Şehbayê dest pê kir û heta qada sereke ya gund dewam kir. Xwepêşandêran dirûşmên “Bi rihê berxwedana Garê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin” berz kirin û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker, hildan.

Li qada gund, ji endamên rêveberiya Kongreya Star Rîhab Cibû axivî û berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşîn silav kir. Rîhab helwesta dewletên ku piştgiriyê didin Erdogan şermezar kir û destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê ye.

Rîhab got: “Divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û piştevanên wê bizanin ku dîrok ji bîr nake, dê dîrok kesên li dijî terora DAIŞ`ê li şûna tevahî mirovahiyê li ber xwe daye, bi bîr bîne.”

Rîhab di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku siyasetên qirêjî yên dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdan in, lê belê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û berxwedana rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rNlhYBCDWRw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>