QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin

QSD`ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin û got belavkirina wan nûçeyan asta bêçaretiya wan nîşan dide.

QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin
9 gulan, 2021   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî îdiayên dewleta Tirk ên vê dawiyê belav kirine, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di hesabên xwe yên fermî de belavkirina îdiayên derew berdewam dike û destnîşan kir ku belavkirina wan îdiayan asta bêçaretiya wan nîşan dide.

Daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Li gorî wan nûçeyan rojên 4 û 8’ê Gulanê qaşo li herêma ‘Diri El-Firat’ 6 şervanên me hatine şehîdxistin û çeperên me hatine rûxandin. Ev nûçe derew e û ji rastiyê dûr e.

Di rojên 2 û 5’ê Gulanê de, li herêma Efrînê li gorî nûçeya dewleta Tirk hêzên me sivîl topbaran kirine û di heman demê de li hemberî sivîlan êrişêke bombeyî pêk hatiye. Li vê herêmê tu tevgera hêzên me nîn e. Yên ku herêmê bê ser û ber topbaran dikin, dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê ne.”

(cx)