QSD: 11 kesên ku gendelî û sextekarî dikir, hatin destgîrkirin

QSD’ê ragihand ku 11 kesên ku di nava saziyên QSD’ê de dizî û gendelî dikir û di belgeyan de sextekarî dikir, hatine destgîrkirin.

QSD: 11 kesên ku gendelî û sextekarî dikir, hatin destgîrkirin
9 gulan, 2021   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî operasyonên li dijî kesên ku gendelî, dizî û sextekariyê dikin, agahî parve kirin.

QSD’ê destnîşan kir ku di di encamê lêkolînên wan ên meha Nîsanê de 11 kesên ku gendelî, dizî û sextekarî dikir, hatine destgîrkirin.

QSD’ê wiha da zanîn: “Li Hesekê hindek kesên ku di nav saziyên QSD’ê de xerabî û dizî kirin û di belgeyan de sextekarî kirin, hatine tespîtkirin û ji milê hêzên ewlekariyê ve hatin destgîrkirin. Di vê çarçoveyê de 11 kes hatin destgîrkirin. Têkoşîna li hember xerabiyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava dest pê kiriye, didome.”