Piştî mehekê ava vexwarinê gihîşt Zirganê

Piştî qutbûna avê bi qasî mehekê, ava vexwarinê gihaşt navçeya Zirganê. Şêniyan spasiya saziya avê kir, ji ber ku dema ku av qut bûbû bi sarîcan av li wan belav dikir.

Piştî mehekê ava vexwarinê gihîşt Zirganê
9 gulan, 2021   09:53
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Li gorî saziya avê ya Zirganê, li navçeyê û hin gundên wê ji beriya mehekê ve ava vexwarinê ji ber derketina 7 bîran ji xizmetê, qut bûbû.

Welatiyê bi navê Ebdulezîz Îbrahîm wiha got: "Beriya 25 rojan av qut bû. Dema em pirs dikin çima av qut dibe, dibêjin xetasan sererast dikin. Em debara xwe bi ava ku bi destê saziya avê û hêzên leşkerî bi rêya sarîcan tê belavkirin, dikin."

Welatiyê bi navê Cemîl Îsa bang li saziya avê kir ku bi lez xetasan sererast bike û wiha axivî: "Em di meha Remezana pîroz de ne û em avê bi awayekî zêde bi kar tînin."

Welatiyê bi navê Fayiq Şitêwî jî wiha anî ziman: "Av hêdî hêdî li hin taxan vedigere. Lê hin taxên din jî bê av in. Em spasiya saziyên li navçeyê dikin ku bi rêya sarîcan avê li şêniyan belav dikin."

Hevserokê saziya avê ya navçeya Zirganê Memdûh Îbrahîm der barê sedema pirsgirêka avê li navçeyê de, ji ANHA`yê re ev agahî dan: "Di vê demê de em rastî pirsgirêka peydakirina avê hatin. Ji ber ku 7 xetas di heman demê de ji xizmetê derketin. Ji wan 3 li navenda navçeya Zirganê û jî 4 li gundewarên wê."

Ji bo derengmayîna sererastkirina xetasn Îbrahîm got: "Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê av ji stasyona Elok qut kir, gerînendetiya giştî ya avê jî bi vê pirsgirêkê re mijûl bû û li gorî derfetên heyî alîkariyê dike."

Îbrahîm diyar kir ku piraniya xetasan kevn bûne û divê werin guhertin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji 7 xetasan, 2 hatin sererastkirin, av hêdî hêdî li şêniyan vedigere. Xetasên din jî têne sererastkirin."

(bx)

ANHA