​​​​​​​Girtiyên siyasî 164 roj in li ber xwe didin

Berxwedana girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, 164 roj in didome. Çalakiya li Mexmûrê di roja 143’yemîn de, ya li Yewnenistanê jî di roja 126’emîn de dewam dikin.

​​​​​​​Girtiyên siyasî 164 roj in li ber xwe didin
9 gulan, 2021   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne di 27’ê Mijdara 2020'an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 33’yemîn, di roja 164’emîn de dewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê), jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kirî, di roja 143’yemîn de didome.

YEWNANISTAN

 Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 126'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.

(cx)