Çalakvanekî Kerbelayê hate kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku di encama êrişeke çekdarî de, çalakvanekî sivîl yê Kerbelayê Îhab Cewad Weznî hate kuştin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê têkildarî mijarê dest bi lêpirsînê kirin.

Çalakvanekî Kerbelayê hate kuştin
9 gulan, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li bajarê Kerbelayê çalakvanê naskirî Îhrab Cewad Weznî vê sibehê li ber deriyê mala xwe hate kuştin. Yek ji çalakvanê organîzetorê nerazîbûnan û dengê diyar ê Kerbelayê dihate naskirin.

Di dema veşartina cenaze de, hevalên wî eşkere kir ku Îhrab Cewad ji aliyê milîsên Welaiye ve hatiye kuştin ku berê jî hewldabûn hinek aktîvîstên din bikujin, lê berpirsên herêmê gefa wan cidî nagire.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê têkildarî mijarê dest bi lêpirsînê kirin.

Biryar e ku îro li Kerbela û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandan û nerazîbûn pêk were.