PJAK û KJAR: Rêya şehîd Ferzad Kemanger û hevalên wî zindî bihêlin, rêya azadiyê vekin

PJAK û KJAR’ê bi peyaman şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û diyar kir ku ji bo azadî û demokrasiyê dê têkoşînê geş bikin hate gotin “Rêya şehîd Kemanger û hevalên wî zindî bihêlin û rêya azadî û demokrasiyê vekin.”

PJAK û KJAR: Rêya şehîd Ferzad Kemanger û hevalên wî zindî bihêlin, rêya azadiyê vekin
9 gulan, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di salvegera 11'an a darvekirina şoreşger Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderyan û Ferhad Wekîlî de peyamek weşand û wiha got:

“Têkoşerên rêya azadîxwaz ya Apoyî, meha Gulanê kirine meha qehremanî û şehîdên rêya rast. Darvekirina şehîd Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderyan, Ferhad Wekîl ya di heman Gulanê de, bûye sembola berxwedana ji bo azadiya tevahî gelê Kurd û gelên bindest. Em vê rejîma bêdengker û darvekir bi tûndî şermezar dikin. Di demek ku şoreşgerên mezin tên bîranîn de, qehremaniya têkoşerên gelê Kurd geştir dibe, meha gulanê meha berxwedana dîrokî ye. Meha Gulanê di dîroka gelê me de bi fedekariya şehîd Heqî Karar û bi qehremaniya şehîd Zagros Bêrîtan destpê kir. Têkoşeran rastî û heqîqeta gelê Kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê îspat kir.

Berxwedana şehîdan a Kemanger, Elemhulî, Heyderan, Wekîl û Îslamyan ya di girtîgehên rejîma faşîst a Îranê de, gihiştiye lûtyekê. Li hemberî êşkenceya dijwar, berxwedana kirin hêviya azadbûnê û di dilê gelê me de ev yek hîn zêdetir bi hêz bû. Heya 19’ê Gulana 2349’an berxwedanek weke berxwedana Ferzad û hevalên wî çênebibû.

Şehîdên meha Gulanê di rastiyê de dîwarê tirs ya rejîma faşîst a Îranê ruxand û bû sedema serhildanê. Ne tenê bandora xwe li ser gelê Kurd kir, li ser hemû gelên zilm lê tê kirin li Îranê çêbû. Ger îro hêza gerîla gihaştiye asta xwe ya herî bilind, serhildana gelê me ya li kolanan dijî faşîst, xurtir bûye. Berhema rêbaza fedekarî ya Kemanger û hevalên wî, siyaseta qirker ya dijî gelê Kurd û gelên din ên Îranê, şikênand û paş xist.

Şehîd Şîrîn Elemhulî wek mînaka têkoşînê ya ji bo azadiya jinan, şehîd Ferzad Kemanger weke sembola mamostayan ya têkoşîna gel, şehîd Elî Heyderyan weke pêşeng û sembola hêza gerîla, şehîd Wekîl weke mînaka rasteqîn a serhildana li kolan û girtîgehanin.

Ger îro hemû gelên Îranê kampanyaya 'Na ji bo rejîm, na ji bo darvekirin, belê ji bo demokrasî' bi rê ve dibin, bi saya têkoşerên weke Kemanger û hevalên wî bi rê ve dibin.

Em wek Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê hemû şehîdan bi bîr tînin, êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşî bi tundî şermezar dikin. Em bang li gelê Kurd û gelên din yên Îranê dikin da ku têkoşîna xwe li hemû derê bigihînin lûtkeyê.

Rêya şehîdan ya Kemanger û hevalên wî zindî bihêlin, rêya azadî û demokrasiyê vekin."

‘ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ SEMBOLA BERXWEDANÊ NE’

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî bi boneya salvegera darvekirina şehîdên meha Gulanê; Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderan, Ferhad Wekîlî peyamwk weşand.

KJAR’ê jî di peyama xwe de got:

"Şehîd nirxê herî pîroz ê gelê Kurd e, şehîd weke şewqek ji agir şoreşa Kurdistanê gur dikin û dengê gelê me gihandine hemû cîhanê. Meha Gulanê di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de weke meha şehîdan tê bi navkirin. Rojên Gulanê ji xwînê sorin û bi gulan hatiye xemilandin. Têkoşîna ji heval Heqî Karar destpêkirî, heya îro dewam dike.

Meha Gulanê ji bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê xwedî wateyek mezine. Şehadeta 6 endamên ragihandina PJAK ya di encama bombebarana balafirên dewleta faşîst a Tirk de, şehadeta 5 heval li Dalaho ya bi komploya xwefiroşan, her wiha darvekirina şoreşgerên gelê Kurd bi aktivîstê Îranî Mehdî Îsmaîl ya bi destê rejîma Îranê, şehadeta dehan hevalên li beşên din ên Kurdistanê, ji bo me sembola serî netewandinê ne.

9’ê Gulanê wê di dîroka rejîma dagirker ya Komara Îslamî weke laperek reş bimîne. Ji bo gelê Kurd jî sembola berxwedanê ye, 9’ê Gulanê lûtkeya têkoşeriya rast ya azadî û dengvedana dirûşmeya bilind ya ‘Berxwedan jiyane’. Em di kesayeta 4 têkoşeran de hemû şehîdên azadiyê bibîrtînin û soza xwe ya têkoşînê dûbare dikin. Ji bo azadî, avakirina civaka demokratîk û azad, heya dawiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."