Li Filistînê 90 kes birîndar bûn

Bi hezaran filistînî li mizgefta El-Eqsa bi boneya Şeva Qedrê kom bû û di navbera wan û polîsên Îsraîlê de şer derket. Di encamê de zêdetirî 90 kesî birîndar bûn.

Li Filistînê 90 kes birîndar bûn
9 gulan, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Filistînê îro di saetên sibê de da zanîn ku di encama binpêkirina dagirkeran ji meşên gelê Filistînê re li qada mizgefa El-Eqsa zêdetirî 90 kesî birîndar bû û di nava birîndaran de kalepîrek, zarokekî 1 salî, 5 zarokên din û xebatkarekî tenduristiyê hene.

Heyva Sor diyar kir ku piraniya birîndaran bi guleyên balîstîk û bombeyên deng, her wiha bi lêxistinê birîndar bûne.

Wezareta Ewqafê ya Filistînê got 90 hezar kes li mizgefta El-Eqsa kom bûbûn.

Ji aliyekî din ve, li herêmên cuda yên Dîfa El-Xerbiye şer derket û çalakiyên "metirsiyên bi şev" (El-Irbak El-Leylî) li ser sînorê Xezayê vegeriyan.

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî baregeheke tevgera Hemasê ya li Xezayê kir û bersiva moşeka ku ji Xezayê hate avêtin, da.

(bx)