`Dewleta Tirk nikare vîna gelên herêmê têk bibe`

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbic û gundewarê wê Nûra El-Hamid got, gefên domdar ên dewleta Tirk vîna gelên herêmê yên ku terora cîhanî tune kir, naşkîne.

`Dewleta Tirk nikare vîna gelên herêmê têk bibe`
9 gulan, 2021   07:59
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Dewleta Tirk di vê dawiyê de asta êrişên xwe yên li ser gundên bakur û rojavayê Minbicê yên li ser eniyên şer bi dewleta Tirk a dagirker re zêde kir.

Girêdayî mijarê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbic û gundewarê wê Nûra El-Hamid got her çiqas sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê zêde bibin, lê vîna gelên herêmê naşikin.

Nûra El-Hamid wiha domand: “Gelên herêmê xwe bi rêxistin kirin, li hemberî hovantirîn rêxistinên terorê yên li cîhanê li ber xwe da. Bi vîn û israra gelên herêmê, rêxistina terorîst hatin tunekirin ku li ser herêmê û cîhanê gef bû û bi ser ketin.”

`LI HEMBERÎ ÊRIŞAN XWEDÎ VÎN IN`

Nûra El-Hamid destnîşan kir ku li herêmê rêveberî û meclis hatin avakirin ku ji şêniyên herêmê re bûn vîn ku pê li hemberî destwerdanên aliyên derve bi taybet dagirkera Tirk li ber xwe dide.

Nûra wiha domand: “Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî sûcan pêk tîne û rojane gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi saya xwîna ciwanên wê rizgar bûne dixwe.”

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbic û gundewarê wê destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî projeyeke demokratîk û rêveberiyeke xweser in û li hemberî hemû dagirkeran û destwerdanan li ber xwe didin.

`GELÊN HERÊMÊ HEVGIRTÎ NE'

Nûra behsa qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û ev yek wek sûcek li dij mirovahiyê bi nav kir, her wiha diyar kir ku dewleta bi van rê û rêbazan nikare vîna gelên herêmê têk bibe.

Nûra piştrast kir ku her çiqas dewleta Tirk êrişî gelên herêmê bike yan jî bi rêbazên din şerê wan bike, lê nikare vîna gelên azad ên ku banga edalet û demokratiyê dikin, bişkîne.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbic û gundewarê wê Nûra El-Hamid di dawiyê de got: “Gelên herêmê xwedî vîn in û bi hevgirtina xwe li hemberî hewldanên dewleta Tirk disekinin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AlP3v5pugjI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>