Malbatên şehîdan li Minbicê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê tekez kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên domdar ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û hedefgirtina sivîlan û kêmkirina ava Firatê, hedefgirtina projeya neteweya demokratîk e.

Malbatên şehîdan li Minbicê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
9 gulan, 2021   07:11
MINBIC

Sûcên dewleta Tirk ênli dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan hîn jî didomin, bi taybet êrişên domdar ên li dijî gundên Minbic, Eyn Îsa û Şehbayê her wiha kêmkirina ava Firatê. Vê yekê bandor li gelek sektorên jiyanê yên li herêmê kir.

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîi Eze El-Dîn got: "Dewleta Tirk hîn jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên xwe pêk tîne da ku ewlehî û istîqrara li herêmê têk bibe."

Eze El-Dîn wiha dom kir: “Dewleta Tirk vê dawiyê dest bi êrişa aborî kir û ava Çemê Firatê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm kir. Ev bû sedema karesatek aborî ku bandor li sektora çandinî, masîvanî û ava vexwarinê kir.”

Eze El-Dîn wiha bi dawî kir: "Em sûcên dewleta Tirk a faşîst li dijî herêmên Minbic bi taybet û  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember van sûcên nemirovî bisekine û dewleta Tirk darizîne."

Dayika şehîd Ceylan Cûdî, Xîtam El-Xelef got: "Sûcên deweta Tirk ne nû ye. Dewleta Tirk gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîna da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe."

Xîtam di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û van kiryarên hovane yên dewleta Tirk rawestînin.

Yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê, Mehmûd El-Îdo tekez kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker di meha Remezanê de li dijî şêniyên ku li ser sînor dimînin nesekinî ye. El-Îdo wiha dom kir: "Erdogan îslamê îdia dike û kiryarên wî yên li Sûriyê ji îslamê dûr in.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GxJLFptu0s8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>