Gelo WHO rêxistineke mirovî yan siyasî ye?

Siyaseta ku WHO li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, rêgez, pîvanên mirovahiyê, însiyatîfa Kovacs, peymana Ottawa ya piştgiriya qada tenduristiyê û ragihandina Alma Ata bin pê dike. Gelo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rêxistineke mirovî yan siyasî ye?

Gelo WHO rêxistineke mirovî yan siyasî ye?
9 gulan, 2021   05:59
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Rêxistinên navnetweyî yên girêdayî mafên mirovan ên wekî UNICEF, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, UNODA, Navenda Navneteweyî ya Dadweriya Demkî (ICTJ), Bernameya NY`yê ya Pêşketinê (UNDP), Rêxistina Kar û Xebata Navneteweyî, Rêxistina NY`yê ya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO), Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch), Rêxistina Efûya Navnetweyî û nûçegihanên sînornenas tevahî rêxistinên kar û xebatê dikin, ji ber ku li cîhanê girîngiyê didin mafên mirovan.

Ji nav rêxistinan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ku ji girîngtirîn armancên wê ji gel re pêwîstiyên tenduristiyê peyda bike û ji bo pêkanîna vê armancê; hemleya 1998`an a bi navê "Di sedsala 21`emîn de tenduristî bo her kesî" dest pê kir.

Rêxistina WHO`yê ji sala 1978`an ve xwe dispêre peymana Ottawa  ku vê yekê dinirxîne: "Tenduristî tê wateya başiya bedenê, aqil û civakê û ew ne tenê nebûna nexweşiyê ye, mafekî sereke yê mirovan e ku divê qadên civakî û aborî bi hevkariya qadên tenduristiyê bi rê ve bibin, nayê pejirandin ku di aliyê siyasî de û civakî û aborî de wekheviya adaleta tenduristiyê ya di navbera welatiyan de xirab bikin, nexasim di navbera dewletên pêşketî û feqîr de. Her wiha geşepêdana aborî û civakî ji bo pêkanîna tenduristiya her kesî girîng e, xurtkirina tenduristiyê ji bo sererastkirina geşepêdana aborî û civakî jî girîng e. Welatî xwedî maf in ku bi awayekî ferdî û komî beşdarî plan û pêkanîna bernameya piştgiriya tenduristiyê bibin. Berpirsyariya tenduristiya gel ji hikumetan tê xwestin, ev jî bi rêya tedbîrên tenduristiyê û civakî pêk tên da ku vê armancê misoger bikin."

WHO`yê di rêgezên xwe de îşaretê pê dike ku divê tenduristî ji bo her kesî peyda be û di qada civakî û aborî de bibe bersiv, tenduristî beşeke sereke ya geşkirina mirovahiya pêşketî ye û destûra WHO`yê başiya bedenê, aqil û xweşhaliya civakî, hebûna nexweşî û pîrbûnê rast dike.

Peymana Ottawa ya geşkirina tenduristiyê ya ku WHO’yê di 1986’an de derxistiye, tê piştrastkirin ku pêwîst e siyaseta giştî ya tenduristiyê werin avakirin, atmosfêrên piştgiriyê werin afirandin, xebata civakî were geşkirin, behreyên takakesî werin geşkirin û jinûve xizmetguzariyên tenduristiyê ber bi xweparastinê ve werin kirin da ku nexweşî çênebin û tenduristî baş bibe.

Di dawiya 2019’an de vîrusa Koronayê ya bi navê COVÎD-19’an li tevahî dewletên cîhanê berbelav bûn û gelek şênî pê mirin.

Bi derketina vîrusa Koronayê re, rewşa lawaztî ya tenduristî ya li piranî dewletan, di serî de jî Amerîka, Çîn û Brîtanya eşkere bû. Di mehên destpêkê de rêjeya mirin û pêketiyên vîrusa Koronayê li van dewletan a herî bilind bû û niha Hindistan di pêş de ye. Saziyên pêywendîdar ên girêdayî tenduristiya cîhanê diyar dikin ku xweparastin ji dermankirinê baştir e. Pisporan jî gelek rêbaz pêşniyar kirin, jê jî fezkirina qedexeya beşî yan jî giştî, pêwîstiya pabendbûna rêgezên dûrketina civakî, lixwekirina mask û lepikan, bikaranîna dezenfekteyan û dûrketina ji pêketiyan û hwd.

Bi vegera li WHO’yê ku ji erkên wê yên bingehîn dayîna madeyên tenduristî yên guncaw ji gelên cîhanê re, şandina amûrên tenduristî û alavên taybet bi keşfkirina pêketiyên vîrusa Koronayê, lê herêma yekane ku piştevaniya WHO’yê nedîtiye, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku tê de nêzî 5 milyon şênî hene. Tevî wê jî bangên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji WHO’yê re hene.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demeke berê de piştrast kir ku pêwîst e WHO xwedî li rêgezên xwe bi der keve û li pey siyasetên hin dewletan neçe û piştevaniya herêmên Rêveberiya Xweser bi alaên tenduristî bike. Lê WHO’yê tu girîngî neda bangên desteyê û bersiva wê jî ew bû ku dê amûr û alîkariyên tenduristî, bi rêya hikumeta Şamê ya ku armanc dike tevliheviya ewlehî û aramiyê bi rêya zihniyeta xwe li herêmê bi derxe, bigihîjin wan herêman.

Di vê dawiyê de hin navendên tenduristiyê yên cîhanê derziyên li dijî vîrusa Koronayê dîtin, li gorî wê WHO’yê, Komseriya Ewropayê û hikumeta Fransayê di Nîsana 2020’an de dest bi însiyatîfa Kovacs  kir. Ew însiyatîfeke cîhanê ye û armanca wê gihandina wekhev a derziyên vîrusa Koronayê bi serkêşiya Hevbalbendiya Cîhanê ya Derziyan (GAVI) û hevalbendiya afirîneriya amadekariya ji bo pandemiyê (CEPI) û WHO’yê  ji tevahî cîhanê re ye.

Armanca Kovacs a sereke ji însiyatîfa xurtkirina welatên ku qûta wan kêm û navîn e, da ku derziyên vîrusa Koronayê di 15’ê Tîrmeha 2020’an de bi awayekî wekhev bigihîne wan. Lê bi hatina Adara 2021’an re 100 milyon derzî hatin çêkirin, lê armanc pêk nehat û tenê heta 38,5 milyon derzî hatine dayîn.

Di 22’yê Nîsana 2021’an de Sûriyê 256 hezar û 800 derziyên vîrusa Koronayê wergirtin û ew jî bare yekemîn a derziyan ku bi rêya rêxistina Kovacs digihîne Sûriyê, her wiha 203 hezar derzî gihaştin Şamê. Lê herêmên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, 53 hezar û 800 derzî wergirtin û tenê 645 derzî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatin şandin. Tevî ku rêjeya mirin û pêketiyên vîrusa Koronahyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde ye. Her wiha Desteya Tenduristiyê di 7’ê Gulanê de 12 rewşên mirin û 58 pêketiyên nû tomar kirin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku WHO ne adil e û tu girîngiyê nade zêdetirî 5 milyon şêniyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyasetên ku ew li hemberî herêmê pêk tîne bi "îhanetê" wesif kir."

SIYASETA WHO`YÊ BI ÇI JI SIYASETA TIRKIYE, RÛSYA Û SÛRIYÊ CUDATIR E?

Ger mirov li siyaseta WHO`yê binêre mirov dibîne ku bi rêgezên xwe û armancên xwe re bi nakok e, nexasim rêgeza xwe ya peydakirina tenduristiyê ya ji gelê cîhanê re û bi ragihandina peymana Ottawa ku îşaretê bi vê yekê dike: "Di qada siyasî,  civakî û aborî de nayê pejirandin ku hevsengiya edaleta tenduristiyê ya di navbera welatiyan de xirab bike, nexasim di navbera dewletên pêşketî û nepêşketî de."

Her wiha siyaseta WHO`yê ji siyaseta Rûsya ya vetoyê ne cudatir e. Bi vetoya Rûsyayê dergeha Til Koçerê/Yarûbiyê li pêş derbaskirina alîkariyan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate girtin. Her wiha siyaseta WHO’yê ji siyaseta dewleta Tirk a dagirker a qutkirina ava çemê Firatê ji ser zêdetirî 4 mehan ve û qutkirina ava Elokê ne cudatir e.

(eh)

ANHA