Li Dêrazorê operasyona HAT`ê: 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (HAT) li herêma El-Şihêl a gundewarên rojhilatê Dêrazorê, bi operasyonekê 4 çete girtin.

Li Dêrazorê operasyona HAT`ê: 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
9 gulan, 2021   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), 4 çeteyên ku hatin girtin, girêdayî şaneyeke DAIŞ`ê ne ku bûyerên kuştinê li herêmê pêk dianîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bûyerên hedefgirtinê li dijî sivîl, rûspiyên eşîran, şervanên QSD`ê û hêzên ewlekariyê pêk dihatin.

Li gorî daxuyaniyê, bi çeteyan re hin belge hatin girtin.

Girtina çeteyan bi destekdayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêk hat.

(cx)