Jinên kantona Qamişloyê: Serkeftin a hêzên gerîla ye

Jinên kantona Qamişloyê destnîşan kir ku heya nefesa xwe ya dawîn piştgiriyê didin berxwedana gerîla, her wiha diyar kir ku dewleta Tirk çawa li Garê têk çû, dê li Herêmên Parastinê jî têk biçe. 

Jinên kantona Qamişloyê: Serkeftin a hêzên gerîla ye
9 gulan, 2021   05:34
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Piştgiriya gelê Kurd ji berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker a li çiyayên Kurdistanê re roj bi roj berfireh dibe.

Welatiya ji navçeya Amûdê Nesrîn Başo, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk êrişî herêmên Kurdistanê dike, her tim hewl dide komkujiyên xwe dubare bike."

Nesrînê teqez kir ku jinên navçeya Amûdê piştgiriyê didin berxwedana gerîla ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dewleta Tirk û wiha dewam kir: "Em ne wekî berê ne, haya me ji tevahî siyasetên dewleta Tirk heye."

Hemwelatiya bi navê Hizbiyê Yûsif jî berxwedana gerîla silav kir û got: "Em ê bi şev û roj heya nefesa xwe ya dawî ji bo rêber Abdullah Ocalan û hêzên gerîla û tevahî şervanên li eniyên şer li hemberî dijmin şer dikin, li ber xwe bidin.”

Hizbiyê piştrast kir ku dewleta Tirk dê nekare bigihêje serfiraziyê, ji ber ku gerîla xwedî maf û ax e û serfirazî dê her tim para wan be.

Hediya Remo jî diyar kir ku hêzên gerîla hêzên vîn û têkoşînê ne û got: "Çawa ku dewleta Tirk di hemû êrişên xwe de têk çû, dê li çiyayên Zap, Avaşîn û Metîna jî têk biçe."

Hediya bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bidin berxwedana hêzên gerîla ji ber ku ev êriş gerîla û gelê Kurd dikin armanc û wiha lê zêde kir: “Em soz didin ku em ê heya nefesa dawîn piştgiriya hêzên gerîla û şehîdên xwe bikin, ji ber ku raman û felsefeya rêber Abdullah Ocalan wekî parçeyekî jiyana me ye.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AkpoxUFpBk8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>