Hiqûqnas Mehmûd Nebîl: Qutkirina ava Firatê  sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Minbicê Mehmûd Nebîl got, qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ji ser Sûriyê ne li gorî lihevkirin û qanûnên navneteweyî ye, ji ber çemê Firatê ji çemên navneteweyî ye ku ji dewletekê diherike û ber bi dewletên din ve diçe.

Hiqûqnas Mehmûd Nebîl: Qutkirina ava Firatê  sûcekî li dijî mirovahiyê ye
9 gulan, 2021   02:57
MINBIC

Dewleta Tirk di sûcên li dijî gelê Sûriyê de berdewam e. Herî dawî ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê qut kir  û bi wê re peymana 1987’an bin pê kir. Her wiha naveroka peymanê  ew e ku divê Sûriyê di saniyekê de 500 metrekab av wergire û Iraq jî di ji sedî 58 ji vê miqdarê wergire.

Wê jî karesetek di kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê de çêkir, her wiha bandor li beşa çandiniyê, enerjiya kehrebê, ava vexwarinê û masiyan kir.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Minbicê Mehmûd Nebîl got qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve lihevkirinên bi dewletên cînar re û qanûnên navneteweyî binpê dike ku ew çem dewletan derbas dike û her dewletek para xwe weke çavkniyeke xwezayî jê digire.

Mehmûd Nebîl destnîşan kir ku ji ber qutkirina ava çemê Firatê divê hesab ji dewleta Tirk bi rêya zexta ji aliyê rêxistin, deste, dadgeh û rakirina bangên girêdayî sûcên qutkirina avê, binpêkirina ji lihevkirinên bi dewletên cînar re, were xwestin.

Mehmûd Nebîl wiha domand: "Di aliyê qanûnî de dewleta Sûriyê û Iraq dikare banga para xwe ji ava çemê Firatê bikin û gazincên bişînin ji NY`yê re da ku dewleta Tirk neçar bike ku li gorî lihevkirinan tev bigere. Heger dewleta Tirk binpêkirin domandin dikarin berê xwe bidin qezaya navneteweyî da ku para xwe vegerînin."

Mehmûd Nebîl wiha gotina xwe berdewam kir: "Lê Sûriyê û Iraqê di vê der barê de bê deng in. Ev yek jî bandorê li aliyê enerjiya kehrebeyê, çandiniyê û xwedîkirina ajalan dike. Her wiha qutkirina ava çemê Firatê dê nexweşiyan li herêmê derxe û zirarên mezin bide bendan."

Li gorî hiqûqnas ku sedemên siyasî ji sedemên sereke yên qutkirina ava çemê Firatê ne û da ku dewleta Tirk ajandeyên xwe û çavnebariya xwe li ser xaka Sûriyê pêk bîne.

Di dawiyê de Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Minbicê Mehmûd Nebîl peyamek ji aliyê pêwendîdar ên girêdayî karûbarên mirovî û aliyên navneteweyî re şand ku destwerdanê bikin, zextê li dewleta Tirk bikin da ku para gelê Sûriyê û Iraqê ji ava çemê Firatê, berde.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XOCdbkSxjco" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>