​​​​​​​Mikurhatinên endamên îstixbarata hikumeta Şamê: Armanc xerabkirina ewlehî û aramiyê ye

Yekîneyên Antî-Terorê 3 endamên şaneya girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê girtin. Yek ji wan endaman li xwe mikur hat ku erka wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li herêmên Hesekê û Dêrazorê, têkbirina ewlehî û aramiyê ye.

​​​​​​​Mikurhatinên endamên îstixbarata hikumeta Şamê: Armanc xerabkirina ewlehî û aramiyê ye
8 gulan, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îstixbarata hikumeta Şamê bi rêya avakirina şaneyan li herêmê hewl dide destkeftiyên ku bi saya Şoreşa 19`ê Tîrmehê hatin bidestxistin, têk bibe. Endamekî şaneyê ku Yekîneyên Antî-Terorê ew girtiye, got armanca wan a sereke ew bû ku li gorî perspektîfên endamên îstixbarata Şamê, ewlehî û aramiyê têk bibin.

Endamên girtî Tarq Siûd El-Teban berpirsê şaneyê ye û karê wî tevlêkirina ciwanan bi rêya pereyan e. Her wiha wî perspektîf ji şaxên îstixbarata Sûriyê digirt û li gorî perspektîfan endamên şaneyê erkdar dikirin.

Endamên din ê şaneyê Ehmed Metir Qesbîr û Ella Fethî Metir in. Erka wan hedfgirtina nuqteyên leşkerî yên girêdayî QSD`ê û avakirina "artêşa eşîran" e da ku di navbera pêkhateyên herêmê de fitneyê derxin û çêkirina mayinan bû.

Endamên navborî ku ji aliyê Yekîneyên Antî-Terorê ve hatin girtin, çawaniya tevlêbûna nava nava şaneyê, erkên wan û aliyê ku perspektîf didan wan, eşkere kirin.

Ehmed Qesbîr ku leşkerekî ji hêzên hikumeta Şamê qut bûbû, got di çarçoveya çareserkirin û lihevhatina bi hêzên hikumeta Şamê de, ew tev li şaneyê bû.

HEDEFGIRTINA QSD`Ê

Qesbîr got: "Ji şertên ku li ser wî pêşniyar kirin da ku rewşa min were çareserkirin, hedefgirtina QSD`ê bû. Her wiha qetilkirina şervanan û kişandina wêneyên wan û ya herî zêde girîngî didanê hedefgitina erebeyên leşkerî bû."

Ehmed Qesbîr eşkere kir ku berpirsê şaneya wan bi navê "Ebû Yasir" dihat naskirin ji "Şaxê ewlekariya siyasî" bû û piştrast kir ku armanca sereke ya ji operasyonan ew bû ku ewlehiya herêma Dêrazorê têk bibin.

TEŞWÎQA BI PEREYAN

Ella Fethî Metir got beriya ew were girtin du mehan di nava şaneyê de ma û destpêka tevlêbûna wî bi rêya kesekî bi navê "Îbrahîm" bû û wiha domand: "Îbrahîm nimareya telefonê yê kesekî din ê bi navê Tariq da min, ez pê re axivîm û ji min re got biçe gel Usama û kesekî bi navê Udey bi min re bû. Nameyek ji min re şand û ji min xwest ku ez cilekî leşkerî li ber xwe bikim.”

Ella Fethî da zanîn ku ew li gel Usama civiyan ku li pêşî sekinîbû û daxuyaniya gefxwarinên li QSD`ê dixwend, kesekî din wêneyê wî dikişand û wan cilên leşkerî li ber xwe kiribûn.

Ella Fethî ev xal li gotina xwe zêde kir: "Piştî çend rojan Usama ji min re got  biçe gel Udey û ji min re got, min bombeyek daye wî.”

Ella Fethî got ew û Udey bi motorsîklêtekî çûn pira Cidêdet El-Igêdat û mayin çandin, wan teqandin û piştre vegeriyan.

Fethî îşaret pê kir ku kesên din jî di nav şaneya "Sedam û Mutez" de hebûn û carekê ji wan xwest ku nuqteya hêzên Erka Xweparastinê ya li herêma Dêrazorê bikin armanc. Ella Fethî wiha domand: "Usama min fêr kir ku çawa RPG bi kar bînim. Wî nuqte bi RPG kir armanc û me jî bi çekên din êrişî nuqteyê kir."

Ella Fethî da zanîn ku wî perspektîfên xwe ji du kesên bi navê Tarq û Îbrahîm werdigirtin.

Ela Fethî diyar kir ku piştî 3 rojan ji êrişkirina li  dijî nuqteyê, Tarq jê xwest ku biçe bajarê Hesekê û pereyan werbigire û wiha berdewam kir: “Tarq ji min re got tu çi qas pereyan bixwazî tê bidest bixî, her wiha tê motorsiklêtekî û telefonekê jî wergirî.”

Berpirsê şaneya girêdayî "Ewlekariya leşkerî" Tarq Siûd El-teban axivî û got:"Piştî min 2019`an daxwaze karê bi kesên bi navê komên alîgirên ewlekariya leşkerî ya li çargoşeya ewlekariyê ji bo parastina navendên wan pêşkêş kir, ez tev li bûm da ku mûçe werbigirim.”

Tarq Siûd El-Teban ev xal li gotina xwe zêde kir:"Piştî zêdetirî 4 mehan erêkirina min nehat û di 2020`an de di meha Tebaxê bû, kesekî di nava koma Qetirçî ku ew jî li çargoşeya ewlekariyê ye bi min re axivî û 5 mehan min bi wan re kar kir. Piştre qatirçî şaxekî xwe li Hesekê vekir ku şirketeke parastin û erkên taybet bû û şaxên wan li Dêrazor û Şamê jî hene."

Tarq Siûd El-Teban destnîşan kir ku ew li Hesekê bi kesekî bi navê Ebûd El-Helo "Ebû Qusey" re di meha 11`an a 2020`an civiya û jê re gotibû ku divê ew bi wan re kar bike, nexasim ku ew ji eşîra El-Igêdat e û ji malbata El-Hifil e, her wiha divê têkiliyên wî ya bi Kurdan re divê ne baş be, ji ber dijminên wan in.”

Tarq Siûd îdîa kir  ku Ebûd ew bi pereyan teşwîq kir da ku bi şaneya girêdayî "Ewlehiya leşkerî" re bixebite û li dijî QSD`ê û saziyên Rêveberiya Xweser ên  li Dêrazorê û Hesekê êrişan pêk bîne.

Paşê Tarq Siûd bû berpirsê şaneyê, ji navenda li çargoşeya ewlehiyê kar bi rê ve bibe û du kesên bi navê Salim El-Hesanî û Ebû Ehmed pê re bûn.

Tarq Siûd eşkere kir ku berpirsê yekemîn ê wan serokê şaxa "ewlehiya leşkerî" Îmad Mihemed El-Ciwêr bû û çek ji wan wergirtin.

Tarq siûd piştrast kir ku hin endamên şaneyê ji bo hedefgirtina erebeyên girêdayî QSD`ê hatin erkdarkirin, nexasim li herêma El-Buseyra û li xeta trenê ya li Herêmê. Tarq Siûd da zanîn ku wan zêdetirî 10 erebe û stasyonên avê û avahiyên din kirin armanc.

ꞌLI SER DÎWARAN NIVÎS DINIVÎSANDIN DA KU PIŞTGIRIYÊ BIDIN ESED Û ARTÊŞA SÛRIYÊꞌ

Tarq Siûd îşaret pê kir ku hin perspektîf û erkên wan ku li ser dîwarên li bajarê Hesekê hevokan binivîse û hin kes hebûn ku hevokên"Esed tê û artêşa Sûriyê tê" binivîsin.

Siûd eşkere kir ku zêdetirî 50 şane girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê ya li herêmê hene û armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û ewlehiyê ye.

(eh)

ANHA