ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-05-2021
8 gulan, 2021   23:00

-Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê daxuyaniyekê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û qutkirina ava çemê Firatê ji ser gelê Sûriyê li pêş navenda xwe ya li kampa Serdemê de saet di 12:00’an de didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yekîneyên Antîterorê 3 endamên şaneya girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê girtin. Yek ji wan endaman li xwe mikur hat ku erka wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li herêmên Hesekê û Dêrazorê, têkbirina ewlehî û aramiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê tekez kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên domdar ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û hedefgirtina sivîlan û kêmkirina ava Firatê, hedefgirtina projeya neteweya demokratîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Minbicê Mehmûd Nebîl got, qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ji ser Sûriyê ne li gorî lihevkirin û qanûnên navneteweyî ye, ji ber çemê Firatê ji çemên navneteweyî ye ku ji dewletekê diherike û ber bi dewletên din ve diçe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Akademîsyen û rojnamevan Ehmed  Însel diyar kir ku êrişên li dijî HDP'ê di demên pêş de dibe ku zêdetir bibin û got "Bi saya helwesta li hemberî van êrişan, hikumetê ji êrişên li hemberî HDP'ê encamek bi dest nexist." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star a Helebê meşekê şermezarkirinê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li pêş hola civînan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê saet di 10:00’an de dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbic û gundewarê wê Nûra El-Hamid got, gefên domdar ên dewleta Tirk vîna gelên herêmê yên ku terora cîhanî tune kir, naşkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên kantona Qamişloyê destnîşan kir ku heya nefesa xwe ya dawîn piştgiriyê didin berxwedana gerîla, her wiha diyar kir ku dewleta Tirk çawa li Garê têk çû, dê li Herêmên Parastinê jî têk biçe.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Siyaseta ku WHO li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, rêgez, pîvanên mirovahiyê, însiyatîfa Kovacs, peymana Ottawa ya piştgiriya qada tenduristiyê û ragihandina Alma Ata bin pê dike. Gelo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rêxistineke mirovî yan siyasî ye? (BI WÊNE)

CÎHAN

- Washingtonê piştrast kir ku dê xebata li ser pêkanîna tevahî bendên biryara 2254’an a taybet bi Sûriyê bike, li aliyekî din jî dewleta Tirk careke din israr kir ku ew leşkerên xwe ji Lîbyayê venakişîne. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

-“Dema ku em tî dibin, em qedeha avê didin aliyekê heta ku em pir tî dibin û piştre vedixwin.” Ev gotina koçberên ji Serêkaniyê ye ku li kampa Waşûkanî jiyana xwe didomînin li gel ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elok li ser kantonê qut kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê destnîşan kir ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser û îtîrafkirina bi hemû pêkhateyan çareser dibe û her hewldaneke dûrxistina aliyên Sûriyê yên din dê bi bin kevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA