Ehmed Însel: Dibe ku êrişên li dijî HDP'ê zêdetir bibin

Akademîsyen û rojnamevan Ehmed  Însel diyar kir ku êrişên li dijî HDP'ê di demên pêş de dibe ku zêdetir bibin û got "Bi saya helwesta li hemberî van êrişan, hikumetê ji êrişên li hemberî HDP'ê encamek bi dest nexist."

Ehmed Însel: Dibe ku êrişên li dijî HDP'ê zêdetir bibin
9 gulan, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Doza Kobanê li Tirkiyê bû dozeke siyasî ya herî girîng. Doz li hemberî 108 siyasetmedaran hate vekirin ku hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û endamên meclisa partiyê  jî di nav de bûn.

Bloka AKP-MHP'ê hewl dide HDP'ê ji meclisê derxe û operasyonên destgîrkirinê yên li dijî rêveber û endamên HDP'ê jî berdewam dikin. Piştî vê pêvajoya ku bi hilbijartinên 7 'ê Hezîranê re dest pê kir, li dijî gelê Kurd û tevgerên wan êrişeke domdar dest pê kir. Piştre li Başûrê Kurdistanê hewl dan bi 'Plana Hilweşandinê' êrişa xwe ya li dijî HDP'ê tund bikin û bloka faşîst a AKP-MHP'ê şerê li Kurdistanê girantir kir.

Ji sala 2015'an ve bi hezaran rêveberên HDP'ê, rayedar û endamên wê hatin girtin. Herî dawî AKP-MHP'ê ji bo girtina HDP'ê doz vekir. Yek ji van dozan jî Doza Kobanê bû ku 108 siyasetmedar tê de tên darizandin.

Akademîsyen û rojnamevan Prof. Dr. Ehmed  Însel hewldanên bloka AKP-MHP'ê yên ji bo derxistina HDP'ê ji meclisê, doza Kobanê û siyaseta Tirkiyê ji ANHA'yê re vegotin.

‘ERDOGAN HDP’Ê WEK HEVRIKA XWE YA HERÎ MEZIN DIBÎNE’

Ehmed  Însel diyar kir ku doza girtinê yek ji êrişên sereke yên li hemberî HDP'ê ye û got: "Gelek parlamenterên HDP’ê, rêveber, endamên wan ji maf û azadiyên siyasî yên cuda bê par kirin. Ew xistin zindanan. Diyardeya herî berbiçav jî nêzî 65 şaredar bûn. Li şûna van şaredaran, walî û qeymeqam wek qeyûm hatin tayînkirin. Ev yek nîşan dide ku li dijî HDP'ê kampanyayeke mezin a lînckirina siyasî heye. Bi vê kampanya lîncê re girtina hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û her wiha hevşaredara Amedê Gultan Kişanak û gelek hevşaredarên din, asta êrişên desthilatê nîşan dide."

Însel got bloka AKP-MHP'ê ji ber sîstema heyî ya hilbijartinê HDP'ê wek astengiya herî mezin li hemberî xwe dibîne û wiha axivî: "HDP di vê pêvajoyê de astengiya herî mezin a li pêşiya AKP'ê ye. Di Hezîrana 2015’an de HDP'ê ji sedî 13’ê dengan bi dest xistin û vê rewşê rê li ber vê yekê vekir ku AKP di parlamentoyê de qels bibe. Vê yekê bandor li mezinbûna reaksiyona wan a li dijî HDP'ê kir. Erdogan HDP'ê wek partiya herî xeternak û hevrik dibîne. Armanca herî girîng a hikumetê ew e ku HDP'ê bê bandor bike."

‘LI TIRKIYÊ REJÎMEKE OTOKRATÎK HEYE’

Ehmed  Însel destnîşan kir ku AKP hê jî li ser bingeheke tirkperest nêzî pirsgirêka Kurd dibe û got: "Bloka AKP-MHP'ê pirsgirêka Kurd ji bo dewleta Tirk wek sedema man û nemanê dibîne. Li Tirkiyê rejîmeke yekparest heye, ne demokratîk e. Rejîmeke wisa heye ku zilamek û komek li dora wî bûne yek, zexteke giran li civakê dikin. Ji ber vê yekê, di rejîmeke bi vî rengî ya yekperest de, nabe ku çalakiyeke demokratîk çêbe. Doza Kobanê bûye semboleke girîng a vê yekê.

Ji bilî helwesta dadgehê ya di danişîna yekemîn a doza Kobanê ya 26'ê Nîsanê de, naveroka îdianameyê bi awayekî zelal nîşan dide ku rejîm dixwaze çi bike. Rejîma AKP'ê ji bo ku hebûna xwe biparêze, van êrişên xwe didomîne."

Prof. Ehmed  Însel diyar kir ku AKP di dema dawî de hewl da hemû hêzên muxalîf ên li Tirkiyê bi terorê tawanbar bike û wiha dewam kir: "Hewl didin HDP'ê bi yekser bi PKK'ê ve gire bidin û bê fonksiyon bikin. Ne ecêb e ku li dijî HDP'ê êrişeke taybet dan destpêkirin. Li hemberî van hemû êrişan em bi zelalî dibînin ku civak xwedî li HDP'ê derdikeve. Piştgiriya ji bo HDP'ê kêm nebûye. Gelek anketên ku rastiyê nîşan didin, hene. HDP di vê demê de xwedî bingeheke herî zindî ye. Helwesta li pêşberî van êrişan nîşan dide ku hikumet ji êrişkariya xwe ya li dijî HDP'ê encama ku dixwaze, bi dest nexist."

‘DIBE KU ÊRIŞ ZÊDETIR BIBIN’

Însel hişyarî da ku di demên pêş de êrişên li hemberî HDP'ê dikarin zêdetir bibin û destnîşan kir ku helwesta hêzên demokrasiyê girîng e. Însel nirxandina xwe wiha domand: "Li dijî êrişên gengaz ên nû û berfirehtir, eniya demokrasiyê girîng e. Di vê rewşê de pir girîng e ku eniya demokratîk çawa û ji aliyê kê ve bê avakirin. HDP xwedî cihekî gelekî girîng e. AKP ji bo pêşî li avabûna vê eniya demokrasiyê ya mezin bigire, serî li dek û dolaban dide."

Ehmed  Însel diyar kir ku li ser bingeha demokrasî û azadiyê divê gel bi perspektîfa hevgirtinê ya HDP'ê li hev kom bibin û wiha lê zêde kir: "Yên ku dixwazin îdeala civakeke pêkvejiyanê pêk bînin, divê dijminahiyên di navbera xwe de bidin aliyekî û xeta nû ya têkoşînê xurt bikin. Divê şêwazeke têkoşînê ku her kesî bigire nava xwe, were duristkirin."

ANHA