Li Tirkiyê û herêmên dagirkirî qatilên jinan nayên cezakirin

Li Tirkiyê û herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine sûcên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin û rewş ber bi karesetekê ve diçe. Tevî vê yekê û sûcdar nayên cezakirin.

Li Tirkiyê û herêmên dagirkirî qatilên jinan nayên cezakirin
Li Tirkiyê û herêmên dagirkirî qatilên jinan nayên cezakirin
Li Tirkiyê û herêmên dagirkirî qatilên jinan nayên cezakirin
Li Tirkiyê û herêmên dagirkirî qatilên jinan nayên cezakirin
Li Tirkiyê û herêmên dagirkirî qatilên jinan nayên cezakirin
8 gulan, 2021   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 2020’an de li Tirkiyê asta tundiyê li ser jinan, ji tundiya malbatî, lêdan, îşkencekirin, heta bi rewşên destavêtin û destdirêjiya cinsî li kolanan  û tazîkirina jinan di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker bi bihaneya venêrînê de zêde bûn. Ew yek di demeke ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan idîa dike ku piştgiriya jinan li welat dike.

Li Tirkiyê rêjeya tundiya li ser jinan li gorî salên borî ji sedî 33 zêdetir bûye. Li gorî "Komeleya Em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin" ya li Tirkiyê di 2020’an de herî kêm 300 jin ji aliyê  hevjînên xwe ve hatin qetilkirin û 171 cenazeyên jinan hatin dîtin ku di rewşên bi guman de jiyana xwe ji dest daye.

Yek ji wan sûcan destavêtina 27 kesî ya li ser zarokeke keç a 15 salî ya herêma li Kercewsê ya Êlihê bû.

Di 2014’an de, Erdogan di civînekê li Stenbolê de eşkere kiribû ku ne pêkan e jin û mêr wekhev bin, ji ber ew yek li dijî xwezayê ye.

Tevahî sûcên li dijî jinan, beriya vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê ya ku Erdogan xwe îmze kiriye, çêbûn. Ev jî nîşaneyeke ku rêxistinên jinan ên li Tirkiyê eşkere kir ku peyman bi tu carî nehat pêkanîn.

Di 20’ê Adara borî de, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan biryarek derxist, tê de ragihand ji vê peymana Stenbolê vedikişiya. Çalakiyên jinan ên li hemberî vekişandina dewleta Tirk ji peymana Stenbolê berdewam in.

Vekişîna ji peymanê, hişt ku mêr cesaretê di qetilkirina hevjîn, xweşk û keça de bigire yan jî tecawîzê û destdirêjiyê li dijî jinan bike bêyî tu tedbîrên qanûnî ku li ser were cezakirin. Ev jî nîşaneya kareseteke li dijî mafên jinan ên li Tirkiyê ye.

Li gorî serjimariya ajansa (Jinnews), di Nîsanê de 17 jin hatin qetilkirin, di nav de 5 bi zanebûn hatin qetilkirin û12 rewşên qetilkirinê yên bi gûman hene, her wiha di heman demê de 3 zarokên keç hatin qetilkirin.

Li gel van sûcên li dijî jinan, pirsa ku xwe dide der, çima Tirkiyê "Peymana Stenbolê" îmze kir û li ser erdê pêk nayîne?

Armanca "Peymana Stenbolê" ya ku ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye dayîn avakirina çarçoveyeke qanûnî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, tundiya malbatî, tecawîzkirina hevjîn û sinetkirina jinan e, her wiha ji bo tunekirina sûcên li dijî jinan û pêkanîna wekheviyê ye. Dewleta Tirk di 2011’an ev peyman îmze kir.

ÇEWISANDINA PARÊZVANÊN MAFÊN JINAN

Dewleta Tirk ne tenê mafên jinan bin pê dike, di heman demê de jinên ku parastina mafên jinan dikin diçewisîne û di çarçoveya siyaseta xwe ya derexlaqî de çalakvan, rojnameger, siyasetmedar, akademisyen, mamost û parêzvanên jinan digire.

Desthilata Tirk di çarçoveya pêngava "Qirkirina Siyasî" de ku li ser kurdan bi taybet ferz dike, di 5’ê Nîsana derbasbûyî de, ji rêxistinên jinan 26 çalakvan girtin. Ji girtiyan, rojnamevaneke JINNEWS’ê û 22 jinên endamên Komeleya Roz a têkildarî parastina jinan ji tundiyê hebûn.

Ursula von der Leyen jina yekemîn e ku vê erkê digire û jina yekemîn di hevpeyvînê de ye û wiha got: "Tişta ku qewimiye, heqaretê li jinên siyasetmedar dike." Her wiha soza parastina jinan da.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ PARÇEYEKÎ MEZIN JI SÛCAN PÊK TÊ

Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, jin ji ber sûcên çeteyên girdêdayî Tirkiyê di tariyê de ne ku li dijî wan sûcên revandin, destdirêjî, zewicandina bi darê zorê û kuştin û bê mafî têne kirin.

Li gorî belgeyên berê yên Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Mirovan a Sûriyê; li herêmên dagirkirî 88 sûcên qetilkirinê, 140 sûcên revandin û 497 sûcên destdirêjiyê li jinan hatine kirin.

Jineke ku hatibû revandin bi van gotinan azarên xwe gotin: "Me nikarî tiştek jî red bikira, vîn û her tişt ji me standin."

Li gorî qanûna cinayeta navneteweyî û peymanên Cinêvê 4 a 1949’an, veşartina bizorê, girtina bêserûber, astengkirina azadiyan û xwestina fîdyayan di şerên çekdarî de dikevin xana sûcên şer.

Rêxistinên hiqûqî yên li Tirkiyê piştrast kir ku kiryarên ku li dijî jinên berdewam in. Her wiha di rapora Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya taybet bi Sûriyê de ku di Îlona 2020’an de, gelek rewşên girtinê yên li dijî jinan li Efrîn û Serêkaniyê hatin eşkerekirin bi taybet li dijî jinên Kurd û êzidî.

Digel sûcên dewleta Tirk û binpêkirina qanûnên navneteweyî, tevî pêşkêşkirina gelek belgeyên ku sûcên wê li dijî jinan îsbat dikin, pirs xwe dide der ew e ku dê tevgerên jinên cîhanê, rêxistinên hiqûqî û mirovahî û saziyên dozgeriyê yên navneteweyî çi helwestê der barê vê yekê de bigirin?

(fr)

ANHA