​​​​​​​`Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe şirîkên dewleta Tirk in`

Endamên rêveber ên Kongreya Star a Dirbêsiyê gotin ew piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk di çarçoveya hevkariyeke navneteweyî ya li dijî tevgerên rizgariyên de êriş dike.

​​​​​​​`Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe şirîkên dewleta Tirk in`
8 gulan, 2021   02:56
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Dewleta Tirk a dagirker di 23`yê Nîsanê de bi armanca dagirkirina Kurdistanê û bêparhiştina Kurdan ji bidestxistina destkeftiyan di serdama 21`an de, êrişeke fireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê mîna Metîna, Avaşîn û Zapê da destpêkirin.

Êriş berdewam in û gerîla di çarçoveya Pêngava Bazên Zagrosê û Pêngava Berxwedana Xabûr de li ber xwe didin.

Hêzên gerîla di wê berxwedanê de destanên lehengiyê xêz dikin. Bi tevlêbûna Yekîneyên Jina Azad (YJA Star) gelek êriş têk birin, derbeyên giran li dagirkeriyê dan ku vîna xurt a jinên azad ên Kurd nîşan dan.

Der barê mijarê de endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen got, dewleta Tirk a dagirker ji gelek salan ve êrişî çiyayên Kurdistanê dike, lê bi saya berxwedana gerîlayên ku ji bo doza Kurd û rizgarkirina axa Kurdistanê li ber xwe didin û tê dikoşin, dê êriş têk biçin.

Ebîr êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û ev yek destnîşan kir: "Destê hêzên navneteweyî di van êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd de hene. Gelê Kurd tenê banga maf, çand û zimanê xwe dike ku dewletên desthilat jê bê par hiştiye. "

Ebîr teqez kir ku ew piştgiriya berxwedana hêzên gerîla dikin û got, ew berxwedaneke dîrokî nîşan didin û dê bi vîn û têkoşîna xwe dagirkeriyê têk bibin.

Ebîr di dawiyê de got: “Em vîn û hêza xwe ji gerîla digirin ku bê westan şer dikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi ser kevin û wekî her carê dê dagirkeriya Tirk têk bibin.”

`DÊ DAGIRKERÎ BIBIN KEVE`

Endama rêveber a Kongreya Star Zindan Hiso got: “Cîhan Hemû behsa vîna jinên Kurd dike.”

Zindan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike Kurdistanê dagir bike û gelê Kurd bike hedef. Her wiha teqez kir ku Erdogan bi van êrişan nikare vîna jinên azad têk bibe û doza gelê Kurd tune bike.

Zindan wiha domand: “Mîna ku çawa gerîla artêşa Tirk li çiyayên Garê têk bir dê li çiyayên Avaşîn, Metîna û Zapê jî têk bibe.”

Zindan di dawiyê de bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w8v1cJC8tdg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>