​​​​​​​Hêzên ewlekariyê li Şedadê çar mayîn û bombeyek bê bandor kirin

Tîma Endizyariya Mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê bajarokê Şedadê ya herêma Cizîrê gelek mayîn bê bandor kir.

7 gulan, 2021   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê ev agahî parve kir :"Li ser agahiyên ku welatiyekî ji navendeke me ya ewlehiyê re ragihand, ku li ser rêya di navbera bajarokê Hedadiye û bajarokê Ecace cismekî xerîb heye, hêzên me bi hevkariya Tîma Endizyariyê ya Bêbandorkirina Mayînan berê xwe dan cihê diyarkirî. Hêzên me dever dorpêç kir û ji bo selametiya welatiyan ew dûrxist, her wiha Tîma Endizyariyê cisim kontrol kir û kişf kir, derket ku çar mayîn û bombeyek li bin pira di navbera her du bajarokan de hatiye çandin."

Navendê her wiha diyar kir ku dema rakirina cisêm xerîb zirar çênebû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku dema cismekî xerîb bibînin, yekser agahiyê bidin navendên girêdayî hêzên wan, da ku  parastina welatiyan û ewlehiyê bikin.

(eh)

ANHA

قوى الأمن تفكك عبوة ناسفة وأربعة ألغام في ريف بلدة الشدادي

Hêzên ewlekariyê li Şedadê çar mayîn û bombeyek bê bandor kirin