Gerîlayên YJA Starê li dagirkeran dan: 7 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê 5’ê Gulanê li dijî leşkerên Tirk ên li devera Zendûra ya Herêma Metînayê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 7 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.

Gerîlayên YJA Starê li dagirkeran dan: 7 dagirker hatin kuştin
6 gulan, 2021   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên xurt ên gerîlayên HPG/YJA Star ên di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ lidar dixin de agahî parve kir.

HPG’ê ev agahî da:

 “Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 4’ê Gulanê saet 12:15’an û 15:00’an, 5’ê Gulanê jî saet 17:00’an li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya Herêma Metîna 3 çalakî kirin. Di van çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin bi serketî hatin lêdan.

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê

4’ê Gulanê saet 18:00’an artêşa TC’ê piştî çeperên şer ên li Girê Zendûra yên Herêma Metîna bi dijwarî bombe kir û şûnde xwestin bi pêş ve bên. Di encama mudaxeleya hêzên me şerê li derdorî çeperên şer dijwar bûn. Di encama berxwedana gerîlayên me dagirkerên derbên giran xwarin, neçar man vekişin.

5'ê Gulanê saet 12:00’an 9 dagirkerên li Girê Şehîd Çiya ya devera Zendûra ya Herêma Metînayê di nava tevgerê debûn, hêzên me yên YJA Starê ew kirin di bin kontrola xwe de û bi xurtî li wan da. Di vê çalakiya bi serketî encam bû de 7 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirkeran kuştî û birîndarên xwe bi helîkoperan ji qadê rakirin.

Di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de’

Di 6’ê Gulanê de saet di 07.00’an de hêzên me bi çekên giran li qereqola Girê ya Çelê ya Colemêrgê dane. Hêzên me bi xurtî li hedefên li qereqolê dane lê hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Derbarê tevgera hêzên Iraqê û PDK’ê yên li qadên gerîlayan de, di 4’ê Gulanê de pêşmergeyên hêzên sînor û hêzên li ser navê Iraqê tevdigerin hatine ser girekî qada li Binavya û Bêdehê ya herêma Metînayê, li girekî di navbera Teşîşa û Qumriye û li cihekî din bi cih bûne. Me hewl daye em rewşa van hêzan fêm bikin û li pêşiya wan tu astengî nehatiye çêkirin. Lê em bi fikar armanca van hêzan dişopînin.

HÊZÊN ME LI SÎDEKANÊ ÊRIŞÎ PÊŞMERGEYAN NEKIRINE

Li gorî hin medyayan hêzên me li Sîdekana Xinêrê êrişî hêzên pêşmergeyan kiriye lê wekî ku em jî diyar dikin hêzên me tu êriş nekirine.

Em gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku dixwaze Kurdistanê dagir bike, em berxwedaneke dîrokî dikin. Ev berxwedaneke neteweyî û pîroz e. Em li bendê ne ku hêzên pêşmergeyan jî tevlî vê berxwedana dîrokî û neteweyî bibin û piştgiriyê bikin. Heke piştgiriyê nekin jî divê nekevin nav rewşa ku qada hêzên me teng bikin. Di vî warî de em dixwazin hemû kes helwesteke neteweyî nîşan bidin.

ÊRIŞA HEWAYÎ YA LI SER ZENDÛRAYÊ

Di 5’ê Gulanê de saet di 11.10’an de balafirên şer Girê Zendûra ya herêma Metîna bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”