Piştî bêdengiya 3 mehan hikumeta Şamê bang li Tirkiyê kir ku para Sûriyê ji ava Firatê berde

Piştî bêdengiya 3 mehan, wezîrê Jêderên Avê yê hikumeta Şamê bang li dewleta Tirk kir ku para Sûriyê ji ava çemê Firatê berde. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin.

Piştî bêdengiya 3 mehan hikumeta Şamê bang li Tirkiyê kir ku para Sûriyê ji ava Firatê berde
6 gulan, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Jêderên Avê yê hikumeta Şamê Temam Reid serdana parêzgeha Dêrazorê kir da ku rêjeya ava çemê Firatê bişopîne û bandora wê li ser çandiniyê û ava vexwarinê nas bike.

Wezîrê Sûriyê destnîşan kir ku ji ber ku dewleta Tirk ava çemê ji aliyê xwe ve qut kiriye, rêjeya ava çemê kêm bûye. Reid bang li Tirkiyê kir ku para adil û ya li ser hatiye lihevkirin a Sûriyê û Iraqê ji ava Firatê berde.

Reid her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî kir ku destwerana rewşê bikin ji bo ku ava çemê Firatê mîna berê biherike.

Ajansa ‘SANA’ ya girêdayî hikumeta Şamê li ser zimanê Temam Reid got: “Berdewamkirina rewşê bi vê rengî gefê li elwehiya avê li Reqa, Dêrazor û Hesekê dixe.”

Dewleta Tirk ji Cotmeha 2020`an ve ava çemê Firatê li ser Sûriyê dibire. Li gorî Nivîsgeha Desteya Enerjî û Peywendiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber wê yekê ava çemê Firatê pir kêm bûye. Vê yekê hişt ku asta golên li paş bendava dakeve zêdetirî 5 metreyan.

Sala 1987`an Tirkiye, Sûriye û Iraqê têkildarî herikîna ava çemê Firatê peymanek îmze kir. Li gorî peymanê divê para Sûriyê di her xuleyekê de 500 m3     be, ku dewleta Tirk vê yekê pêk nayîne.

 (şx)

ANHA