Piştî Hesekê, aloziya avê li Şedadê derket

Şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê ji ber kêmbûna zêde ya ava vexwarinê gazincan dikin. Şaredariyê jî eşkere kir ku sedema wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê av ji stasyona Elok ku çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ye, qut kiriye.

Piştî Hesekê, aloziya avê li Şedadê derket
6 gulan, 2021   06:48
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Bi qutkirina ava stasyona Elokê ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vezehmetiyên şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê di peydakirina ava vexwarinê de zêde bûn. Şênî di peydakirina ava vexwarinê de xwe dispêrin sarîcên girêdayî şardariya gel û sarîcên sivîlan ku avê ji bajarê Hesekê dibin navçeya Şedadê û gundewarên wê.

 ‘GAZINC‘

/kr/uploads/files/2021/05/06/065143_-.webp

Welatiyê bi navê Xelef El-Selama ji gundê El-Herîrî yê gundewarê rojhilatê navçeya Şedadê ye wiha got: "Ji beriya 10 rojan ve me ava vexwarinê neditiye ne bi rêya şaredariyê û ne jî bi rêya sahrîcên taybet. Xwediyên sahrîvan aloziya avê bi kar anîn û av biha difroşin."

El-Selame bang li şaredariyê û Gerrînendetiya Avê ya Gişî kir ku aloziya heyî çareser bike.

Her wiha endamê komîna gundê El-Becdelî yê gundewarên navçeya Şedadê Casim El-Selame ji ber ku Meclisa Herêmî û Şaredariya Gel a Şedadê giliyên komînan der barê avê de hîna neberisvandine, bi gazinc e.

/kr/uploads/files/2021/05/06/065131_-.webp

Casim El-Selame tekez kir ku azarên şêniyên Hesekê heman azarên şêniyên Şedadê ye û bi hatina havînê re daxwaza li ser avê zêde dibe.

 ‘XWESTEKÊN DI CIH DE`

/kr/uploads/files/2021/05/06/065110_-.webp

Hevserokê Şaredariya Gel a Şedadê Husam El-Tean got xwestekên şêniyan di cih de ne, ji ber av madeyeke sereke ye, nayê paşguhkirin û diyar kir ku ev pirsgirêk tenê bi rêya peydakirina miqdara pêwîst çareser dibe.

Husam El-Tean wiha domand: "Şaredariyê bi 17 sahrîcên sivîl re peyman çêkiriye ku avê bibin ji gundewarên derdora Şedadê re, tevî ku tê zanîn hejmara niştecihên gundewar zêdetirî 500 malî ye. Ji her gundekî re sahrîcek hatiiye diyakririn, ji ber wê alozî çêdibe."

‘DAGIRKERAN AV QUT KIRIYE‘

El-Tean destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elok qut kiriye ku çavkaniya sereke ya avê ye û ji ber wê jî aloziya li herêmê zêde bûye.

El-Tean got, hemû sahrîcên sivîl ku av dibirin herêmê îro bi rêxistinan re peyam îmze kirine da ku avê bibin bajarê Hesekê û ji ber wê jî barê şaredariyê di peydakirina avê de, zêde dibe.

Gerînendetiya Avê ya Giştî ya Hesekê bi hemû derfetên xwe dixebite da ku projeya kişandina ava Firatê ber bi herêmên Hesekê û gundewarê başûr ve, bi dawî bike. Proje beriya 4 mehan hate ragihandin û bi rêjeya ji sedî 75 temam bûye.

(bx)

ANHA