‘Dewleta Tirk dixwaze bi rêya êrişan xwe bigihîne Mûsilê`

Rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze xwe bigihîne Dihok, Zaxo, Mûsilê û heta Şengalê û got "Ev êriş dê bibe sedema berfirehkirina qada şer li Rojhilata Navîn."

‘Dewleta Tirk dixwaze bi rêya êrişan xwe bigihîne Mûsilê`
6 gulan, 2021   06:19
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di 23`yê Nîsanê de artêşa dewleta Tirk a dagirker operasyoneke berfireh li dijî Metîna, Zap û Avaşîn yên li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. HPG û YJA-Star di çarçoveya pêngava `Dem dema azadiyê ye` de li beramberî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker disekinin.

Têkildarî mijarê nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê nerînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Enahîta Sîno diyar kir ku ne tenê dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û got: "Li dû van êrişan NATO, Îsraîl û dewletên ewropî jî hene."

Enahîta da zanîn ku sedama êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hewldanên pêkanîna projeyên dewletên emperyalîst e û wiha domand: "Dixwazin nexşeyeke nû bineqişînin, lê PKK’ê wek kelemekê li pêşiya nexşeya xwe dibînin. PKK li ber avakirina projeyên wan disekine."

Enahîta wiha dewam kir: "Êrişa li dijî PKK`ê dikeve xizmeta dewleta Tirk, dewleta Tirk gelê Kurd yekemîn dijminê xwe dibîne û bi taybet jî PKK."

Enahîta destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya van êrişan dixwaze Împaratoriya Osmanî nûjen bike û Mîsaqî Millî bi cî bîne û got: "Dewleta Tirk dixwaze rê li pêşiya xwe veke û xwe bigihîne Dihok, Zaxo, Mûsil û heta Şengalê jî da ku civaka Kurd tune bike, lê PKK ew rê li ber dewleta Tirk girtiye."

Enahîta wiha dom kir: " Dewleta Tirk dixwaze ‘başûreke nû’ ji aliyê aborî û leşkerî ve çêke. Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê bi temamî têxe bin serweriya xwe. Wê demê bêguman dê Başûr, Rojhilat û Rojava jî bixe bin kontrola xwe, ev şer bandora xwe tenê li Başûr nake, ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye. Weke ku dewleta Tirk li Garê û Heftanîn hat şikandin dê li Zap, Metîna û Avaşînê jî bê şikandin."

Endamê Rêveberiya Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Zahid Xelef diyar kir ku ew van êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin û wiha axivî: "Ev êriş destwerdaneke li ser sînorên navneteweyî ye, divê li pêşiya van êrişan hevgirtineke kurdî hebe."

Xelef da zanîn ku divê hêzên navneteweyî sînorekî ji van êrişan re deynin, ji ber ku ev êriş dê bibin sedema firehkirina rûbera şer di Rojhilata Navîn de.

Xelef da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina hêviyên gelê Kurd û têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê ye û wiha got: "Tirsa dewleta Tirk ji yekdengî û yekhelwesta kurdî heye." 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IGDpx3YulhM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>