‘Artêşa dagirker li gundê Mielek ê Eyn Îsayê bargeheke din ava dike’

Çavkaniyekî leşkerî ji ANHA`yê re ragihand artêşa Tirk a dagirker li gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsayê baregeheke din a leşkerî ava dike.

‘Artêşa dagirker li gundê Mielek ê Eyn Îsayê bargeheke din ava dike’
6 gulan, 2021   06:22
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dagirkirina bajarê Girê Spî, li derdora navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê gelek baragehên leşkerî ava kirin.

Di wan baragehan de radarên çavdêriyê û gelek teknîkên şer bi cih kirine. Artêşa Tirk ji wan baregehan êrişî navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê dike.

Çavkaniyekî leşkerî ji ANHA`yê re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsayê barageheke din ava dike. Beriya wê jî li nêzî heman gundî baregehek hatibû avakirin.

Gundê Mielek her tim dibe armanca êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Armanca dewleta Tirk a dagirker ji avakirina baragehên leşkerî, ew e ku herêmê dagir bike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/anm6-daG5Ds" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>