Derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî xeteriya wan bi dawî nekir

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê di 74 gundên başûrê bajarê Qamişlo û çargoşeya ewlehiyê ya li bajêr de bi cih dibin. Tevî ku ji taxa Teyî ku di bin serweriya wan de bû hatin biderxistin jî, lê ev yek nîşan dide ku xeteriya wan hîna bi dawî nebûye.

Derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî xeteriya wan bi dawî nekir
6 gulan, 2021   01:55
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Tevî ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji taxa Teyî ya başûrê bajarê Qamişlo hatin derxistin, lê ev yek nayê wateya ku xeteriya wan li ser bajêr bi dawî bûye, wek ku di sala 2016`an de li taxa Xiwêran a başûrê Hesekê, çêbû.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî baskekî leşkerî ye ku di sala 2004`an de ji aliyê hikumeta Şamê ve li bajarê Qamişlo û Hesekê hatin avakirin û xwest bi rêya wan sûcên saziyên xwe yên ewlehiyê û sûcên binpêkirinên ku di Serhildana Qamişlo de çêbûn, binixumîne.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re di sala 2011`an de ew çete careke din derketin pêş da ku xwepêşandêran biçewisînin û parastina hikumet û herêmên di bin serweriya wê de bikin.

QELSBÛNA HERÊMÊN DI BIN SERWRIYA WAN DE

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêmên di bin serweriya çeteyan de li bajarê Hesekê di sala 2016`an de bi rêya derxistina wan ji taxa Xiwêran a başûrê bajêr, qels kir. Bi vê yekê tenê di hin kolanên çargoşeya ewlehiyê ya navenda bajêr, hin nuqteyên hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehiyê de man.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî gelek caran bi awayekî plankirî aramî û ewlehiya bajêr kirin hedef. Herî dawî jî di Çileyê borî de êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û di encama wê de şer di navbera her du aliyan de derket.

 DERXISTINA WAN JI TAXA TEYÎ

Hewldanên çeteyan ên têkbirina aramiyê li bajarê Qamişlo berdewam kirin. Ji ber wê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 26`ê Nîsana borî de ew ji taxa Teyî derxistin.

Piştî êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li ser bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çerxeriya El-Wehdê ya Qamişlo di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de şer derket û di 20’ê Nîsanê de endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bû. Şer 7 rojan dewam kir û çete ji taxa Teyî hatin biderxistin.

Di her 7 rojan de çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji taxê ber bi gundewarên başûrê taxê û başûrê bajarê Qamişlo ve hatin derxistin.

Ew gund dikevin nava herêma ji hîzama başûrê bajêr û heta herêmên şer ên di navbera çeteyên Dîfaa El-Wetenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li navçeya Til Birak û heta rêya M4 .

 BICIHBÛNA DI 74 GUNDAN DE

Li gorî şopandina ajansa me, çete li wê herêmê di nava 74 gundan de belav dibin. Li gel wê jî gelek nuqteyên artêşa hikumeta Şamê û mîlîsên dîtir ên girêdayî saziyên ewlehiyê yên hikumetê hene.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî li nuqte û gundên li aliyê başûrê Qamişlo belav in û wiha ne; Vîlatên balafirgeha Qamişlo, Demxiya mezin, Zinûd, Hamo, Qizilce, El-Wetûtiye, Til Ebo Ziwêl, El-Kîte, Delawiye, Xezna Nû, Til Şolik, Hebare, El-Hîze, Helebiye, Tilûl Mihemed, Til Şilbirat, Emar, Mezeret Tiwêm, Xirbet Hesan, Bawia, Xirbet Taqiyat, Til Şemis, Mişêrfê, Til Sitêh, El-Tebin, Xirbet Cedoi, Um El-Cafir, Xirbet Hemo, Hemar El-Tewîl, Milûk, Ebû Celal, Hecî Bedir, Til Ewde, Til Terteb, Zibane, Terteb û Foca 154`an.

Li aliyê rojhilat başûrê bajêr çete di van gundan de ne; Hemîre, Xirbet Emo, El-Reşwaniye, Coxe, Cinêdiye, Hîhay, El-Bicariye, Xirbet Xezne, Ibin Qilaw, El-Cedîde, El-Biwêr, Emare, Hemar El-Tewîl, Til Sitêh ê rojhilat, Salihiyat Ereb, Hedadiye, Mişêrfê, Rihiye, Ferfere, Til Mehe, Xirbet Semra, Til Imêr, Til Xezal Torayîc, Xezne, Hilwa, Biwêret El-Ehmed, Xirbet Esker, Siwêdiya Mezin, El-Bolaziye, Til Birêş, Hamo, Qesîr Meseda û El-Rikabiye.

Gundên Zinûd, Hamo û Zibane li başûrê taxê Teyî ne, Demxiya Mezin li başûrê balafirgeha Qamişlo, Terteb û Foca 154`an in, ev  nuqteyên sereke yên bicihbûna çeteyên Dîfaa El-Wetenîne.

DÛRXISTINA XETERIYÊ

Li gorî nexşerêya serweriya çeteyên Dîfaa El-Wetenî diyar dike ku derxistina wan ji taxa Teyî xeteriya wan dûr xistiye, lê  bi dawî nekiriye.

(bx)

ANHA