‛Tirkiyê bi rêya darizandina endamên HDP’ê careke din îsbat kir ku bi DAIŞ’ê re ye’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Nîhad Ehmed got: "Dewleta Tirk bi rêya darizandina endamên HDP’ê di doza Kobanê de careke din îsbat kir ku ew piştevanê DAIŞ’ê ye, her wiha piştgiriya xwe bi girtiyên siyasî re nîşan da ku Kobanê bi we re ye.

‛Tirkiyê bi rêya darizandina endamên HDP’ê careke din îsbat kir ku bi DAIŞ’ê re ye’
6 gulan, 2021   03:00
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Darizandina 108 endamên HDP’ê ku jê jî du hevserokên berê yên HDP’ê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ hene, di 26’ê Nîsanê de dest pê kir û dê heta 40 rojî bidome. Ew endam bi tawana beşdariya wan a xwepêşandanên piştgiriya bi Kobanê re di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên di 2014’an de hatin girtin.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Nîhad Ehmed wiha got: "Careke din dewleta Tirk a dagirker ji cîhanê îsbat kir ku bi rêya darizandina endamên HDP’ê ew piştgirê çeteyên DAIŞ’ê ye. Lê ev darizandin derexlaqî û derqanûnî ye. Ji ber di bingeh de piştgiriyeke mirovî bi bajarê wêrankirî re bû û divê ew bihatana xelatkirin ne girtin."

Ehmed wiha domand: "Li Tirkiyê pirsgirêkeke mezin heye ku civak jê azaran dikişîne, ew jî dozgerî ye û heta niha nehatiye eşkerekirin rola ku ew sazî dilîze çi ye. Yên ku herî zêde azaran jê dikişînin siyasetmedarên Kurd in û bi tawanên cuda ku di bingeh derew in, tên girtin."

Ehmed der barê bêdengiya navneteweyî ya li hember Demirta û hevrêyên wî yên li Tirkiyê de matmayî ma û wiha pirs kir: "Ma tevahî cîhanê di wê demê de bi Kobanê re nesekinî?Gelo em çima li dewletên cîhanê yên dîtir girtinan li dijî beşdarên bi Kobanê re sekinîne, nabînin heke ew yek li dijî qanûnê ye weke dewleta Tirk idîa dike? Çima tenê dewleta Tirk kê bixwaze digire û bêdeng dike?"

‛LI TIRKIYÊ KUMPASA DARAZÊ WINDA YE’

Ehmed destnîşan kir ku kumpasa darazê li dewleta Tirk winda ye, Demirtaş û hevrêyên wî qurbaniyên berêdanên vê kumpasê ne û rojane ev kumpas ber bi darizandinên derqanûnî ku bingeha wê di dozgeriya Tirkiyê de tune ye ve, diçe û wiha pê de çû: "Me ev yek di demên dawî de dît ku çawa bi komî sivîlên Kurd û siyasetmedar bi tawanên derew dihatin girtin."

Ehmed da zanîn ev ne darizandina yekemîn e, lê belê dewleta Tirk Çîçek Kobanê jî darizand û cezayê muebed lê birî û wiha axivî: "Ev yek jî cihê matmayînê ye. Ji ber şervanek li dijî terorê şer dikir. Lê girtina wê, peyameke siyasî ya dewleta Tirk a dagirker ku her kesê/a ji bo azadiyê tê bikoşe di her kêliyê de li hember girtinê ye."

Ehmed wiha gotina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de bê ser û ber sûcan dike. Ev yek jî di avakirina sînorên çêkirî bi Rojavayê Kurdistanê re û topbaranên bêserûber ên li dijî malan ku dawiyê jî topbarana li mala ku Rêber Ocalan dima eşkere dibe. Ji ber çend rojan jî destpêkirina êirşa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand. Bi wê re eşkere dibe ku dewleta Tirk di siyasetên xwe yên dijminane de berdewam e."

Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji hundir ve azarên aborî dikişîne, ji lew êrişan pêk tîne û bêserûber şêniyan digire û dadirizîne, da ku berê kolana Tirk bide derve, bi taybet piştî têkçûna wê di Garê de. Ji wê zêdetir jî di Şangal heta bi Mosil û Kerkûkê de bi bin ket û xewna xwe ya vegerandina xîlafeta Osmanî têk çû.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Nîhad Ehmed di dawiyê peyamek ji girtiyên siyasî re şand û tê de wiha got: "Em şêniyên Kobanê bi dil û can bi we re ne û dem hatiye ku bersiva başiya we bidin. Em bawer in ku kesên bi berxwedana Kobanê re sekinîne, dikarin li hember dozgeriya Tirkiyê jî bisekinin, ji ber ew xwediyên maf in."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TbhroBZ6_L0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>