‘Êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya gefeke yekser e li ser gelê Kurd’

Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Ekrem Hiso got, hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê gefek yekser e li dijî gelê Kurd û Kurdistanê û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi kirinên xwe hewl da ku aloziya xwe ya hundirîn derxîne derve.

‘Êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya gefeke yekser e li ser gelê Kurd’
5 gulan, 2021   23:38
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, di êrişan de çekên kîmyawî û çekên qedexekirî hatin bikaranîn. HPG`ê derbeyên mezin li dagirkeran dide û zirarên mezin gihand wan.

Têkildarî mijarê, Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso got, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên dikevin sêgoşeya stratîjîk a ku bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê bi hev girê dide, ne tenê partiyekî yan hêzekê dike hedef lê belê ew êriş “gefeke yekser” e li dijî gelê Kurd û Kurdistanê.

Hiso wiha nirxandina domand: "Bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re û piştî têkçûna rejîma Tirkiyê di projeya ku dixwest bi rêya artêşa Azad bi êrişên li dijî Eyn Îsa, Serêkaniyê û Girê Spî pêk bîne, her wiha şandina wan ber bi Lîbyayê û herêmên din ve da ku şer bikin û revandina wan. Rejîma Tirkiyê amadekariyên êrişên berfireh li dijî Heftanîn û Garê dikir."

 ‘ARMANCÊN ÊRIŞAN‘

Hiso êriş bi hev ve girê da û  got êriş wekî refleksa rejîma Tirkiyê li ser binketina wê di pêkanîna ajandeyên wê de ye, her wiha hewldana derxistina aloziyên siyasî û aborî yên hundirîn ji derveyî Tirkiyê re û di navbera hevsengiyên siyasî yên ber bi guhertinê ve diçin e.

Hiso behsa armancên din ên êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha lê zêde kir: "Armanca rejîma Tirkiyê bi rêya hedefgirtina sêgoşeya stratîjîk ku bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê bi hev girê dide ew e ku peyamekê bide gelê Kurd ku ew dijmina wê"

Hiso di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk ji dema ragihandina serxwebûna Komara Tirkiyê di sala 1923`an de, di rewşeke tevlîheviyê de dijî. Ev jî ji ber siyasetên wê yên şaş di danûstandina bi aloziyên hundirîn re ye, nemaze piştî ku serokê Amerîkayê Joe Biden komkujiya Ermenan ku ji aliyê desthilata Osmanî ve pêk hatibû, pejirand.”

Rêveberiya Biden di 24`ê Nîsanê de komkujiya Ermenan ku ji aliyê împratoriya Osmanî ve sala 1915`an pêk hatibû, pejirand û weke qirkirina komî bi nav kir. Serokên Amerîkayê yên berê ji bo ku zirar negihê têkiliyên Amerîka-Tirkiyê dûrî vê pênaseyê diketin. Ev ragihandina rêveberiya Biden hikumeta Tirk bi hêrs kir.

Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Ekrem Hiso diyar kir ku Senatoya Amerîkayê amadekariyan girtina hin biryaran dike ku dibe li gorî wan Tirkiyê bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û binpêkirina mafên mirovan bê tawanbarkirin. Hiso wiha domand: "Divê dewleta Tirk li diyaloga bi Kurdan re vegere û doza kurdî çareser bike. Divê çareseriyên serkeftî ku karibin welêt ji pirsgirkên bi hezaran salan jiyan dike derxîne, pêşkêş bike.”

 ‘WASHINGTON LI HEMBERÎ ÊRIŞAN BÊDENG E‘

Têkildarî helwesta Amerîkayê li hemberî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Ekrem Hiso da zanîn ku helwesta Amerîkayê der barê bûyerên li herêmê diqewimin de nexasim bi gihaştina Biden ji serokatiyê re, heta astekê êdî têrê nake û got: “Dibe ku Washington ti erêkirinê li ser êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar neke.”

Hiso teqez kir ku îtîrafa Biden bi komkujiya Ermenan bi awaykî fermî weke peyameke hişk ji bo rejîma Tirkiyê ye. Hiso her wiha destnîşan kir ku raporên li ser dezgehên çapemeniya Amerîkî der barê 3 rêveberên PKK`ê de hatin belavkirin “ne cidî” ne û ew bi xîtabê siyasî bi nav kir.”

‘HELWESTA HIKUMETA HEWLÊRÊ GUMANAN AVA DIKE‘

Ekrem Hiso teqez kir ku bêdengiya hikumeta Hewlêrê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê gumanan ava dike û ev tişt anî ziman: "Divê helwesta xwe nîşan bide. Ev êriş parçeyekî cografiya Kurdistanê û gelê Kurd dike hedef."

Hiso got ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê erka xwe li hemberî Kurdan pêk bîne û helwesta xwe ji bûyerên ku li ser cografiya Kurdistanê diqewimin, zelal bike.

(bx)

ANHA