Li gundewarê Zirganê bi mayîneke çeteyên Tirkiyê zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê navçeya Zirganê dema zarokekê li nêzî nuqteya leşkerî ya çeteyan pezê xwe diçêrand, mayîn pê de teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Zirganê bi mayîneke çeteyên Tirkiyê zarokekê jiyana xwe ji dest da
5 gulan, 2021   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, zaroka bi navê Teyf Casim El-Xelef (7) ji ber teqîna mayînekê li herêma di navbera gundên El-Esediye û El-Niwêhat ên gundewarên navçeya Zirganê de dema pez li deverekê li nêzî nuqteyeke leşkerî ya çeteyên Tirkiyê diçêrandin, jiyana xwe ji dest da.

(şx)

ANHA