Hevserokê HDP’ê Sancar: Di ‘Doza Kobanê’ de em ê wan darizinîn

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku di ‘Doza Kobanê’ de divê esas AKP were darizandin, ji ber ku polîtîkayên wê yên têkildarî herêmê sûcên mezin bûn û got “Bûyerên li Kobanê pêk hatin, ne tenê têkildarî Kobanê bûn. Doza Kobanê, dozeke pîlot e, lewma jî hem berxwedana wê hem jî pêvajoya piştî wê, qonaxên girîng in.”

Hevserokê HDP’ê Sancar: Di ‘Doza Kobanê’ de em ê wan darizinîn
6 gulan, 2021   05:37
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku heta piştgiriya gel hebe, biryardariya têkoşîna wan dê hesabên hikumeta AKP’ê jî asteng bike û got "Bêguman em ê wan li pêşberî dîrokê û li dadgehê jî darizînin.”

Sancar diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an, 31’ê Adar û 23'yê Hezîrana 2019'an û têkçûna DAIŞ'ê li Kobanê rê li ber hêrseke mezin vekir, lewam ‘Doza Kobanê’ dozeke tolhildanê ye û destnîşan kir ku kesên îdianame nivîsiye, desthilata serdemê wek bersûcekî veşartî daniye holê û ev doz dê li dijî desthilatê wek amûreke girîng bê bikaranîn.

‘Doza Kobanê’ cara yekê 26’ê Nîsanê pêk hat û hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 108 kes tên dadgehkirin. Danişîna duyemîn a dozê dê di 18’ê Gulanê de pêk bê.

Em bi hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Mîthat Sancar re li ser ‘Doza Kobanê’ axivîn.

Ev mijar gelekî hatiye nîqaşkirin, lê em nêrîna we jî bigirin. Çima ev doz piştî 6 salan ji berxwedana Kobanê pêk hat? Dixwazin çi bikin?

Ev dozeke komployê ye. Dozeke komployê tê wê wateyê ku bê bingeh e. Ev 6 sal e ku DAIŞ'ê êrişî Kobanê kiriye. Di wê demê de tiştek nehatibû kirin, tenê dosyayek hatibû amadekirin û niha jî cezayên pir giran têne xwestin. Yanî ji aliyê hiqûqî ve tiştek nayê îzahkirin, lê belê komployeke siyasî ye. Ev komployeke li dijî HDP'ê û gelê Kurd e. Ev doz dozeke tolhildanê ye. Ji ber vê yekê li ser bingeha tolhildanê ye.

Têkbirina DAIŞ'ê ne tenê tê wateya rizgarkirina Kobanê, di heman demê de berxwedana li Kobanê xurtbûna gelê Kurd li Rojhilata Navîn e û ev helwest di asta navneteweyî de bi rêzdarî tê dîtin. Ji ber vê yekê hesabên vê desthilatê û planên dewletê serobon kirin û ev her du alî gelekî aciz kirin. Piştî demekê, difikirîn ku êdî ji nû ve bikin rojev. Ji ber ku dadgerî û medya kontrol dikin û hikumeta AKP'ê ev doz ji nû ve xistiye rojevê. Ji ber encamên dîrokî yên têkçûna DAIŞ'ê ya li Kobanê hêrsek heye, daxwaza tolhildanê ji ber vê hêrsê ye.

HDP li dijî vê desthilatê  aktora herî girîng e, bi taybetî AKP ku tehma têkçûna di hilbijartinan de pê da zanîn. HDP pêkhateyeke siyasî ye ku serî natewîne, dest jê bernade, bi hemû rêbazan li ber xwe dide û her çend hemû rêbazên zext û zordariyê bi kar tînin jî têkoşîna xwe berdewam dike. Navnîşana herî girîng û yekane ya muxalefeta rasteqîn û jiyana alternatîf a li Tirkiyê HDP ye. Ev berxwedan û hêz jî desthilatê girantir dike û bi hêrs dike. Dixwazin hem tola hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an, hem jî tola hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'yê Hezîrana 2019'an ji HDP'ê hildin. Bêguman hêrsa desthilatê heye ku tevî hemû zextan jî radibe ser xwe. Ji ber vê yekê tolê dixwazin.

Ev parçeyek ji plana tasfiyeyê ne. Hikumet dixwaze gelê Kurd û siyaseta demokratîk tasfiye bike. Ji ber vê yekê hesab dike ku ew ê hêsantir ber bi armancên xwe ve biçe. Nikarin xwe bigihînin “armanca xwe ya sala 2023’yan”. Dixwazin bi desthilateke tirkperest û olî modela rêveberiya yekperest, otorîter ava bikin. Hêza herî mezin a li pêşberî vê yekê jî berxwedana gelê Kurd û israra HDP'ê ya di siyaseta demokratîk de ye. Dibêjin heke em van her duyan tasfiye bikin, em ê bi hêsanî berdewam bikin.

Li Kurdistanê konsepteke berfireh li kar e. Ev konsept di rastiyê de wek berdewama plana hilweşandinê ya sala 2014’an tê dîtin. Êrişên li ser HDP'ê didomin; hewldnan girtina HDP'ê, pasîfîzekirin wê, "Doza Kobanê " û hwd. Konsepta giştî çawa ye? Ev mimkûn e?

Her kesekî ku kêm zêde bi dîrok û siyasetê dizane, dikare bibîne ku ev ne pêkan e. Ev rêbaz û plan ne nû ne. Hema hema sed sal e. Em qala planên Şerq Islahatê yan jî planên polîtîkayên înkar û îmhayê bikin? Berevajî vê yekê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd her mezintir dibe. Di vê mijarê de meşa biryardar a siyaseta demokratîk didome. Berê partî hatin girtin, wekîl hatin girtin, gelek hevalên me hatin destgîrkirin û girtin, bi neheqî hatin zindanîkirin. Niha gelek hevalên me rehîneyên siyasî ne. Lê belê gelê Kurd ji armanca azadiyê dûr neketiye. Nekarîn me û partiyên beriya me ji doza siyaseta demokratîk, çareseriya aştiyane û azadiyê dûr bixin. Berevajî wê hêz zêde bû, rê fireh bû û gel bi hev re meşiyan.

Têkiliyên hikumeta Erdogan ên bi DAIŞ'ê re derketibûn holê. Dema balafira Rûsyayê hat xistin, Rûsyayê hin belge aşkera kirin. Wekî din, DAIŞ di lîsteya rêxistinên terorê de ye. Lê belê ya balkêş ew e ku kesên li dijî faşîzmê şer dikin, têne darizandin, ne ku yên faşîzmê pratîze dikin. Têkildarî vê yekê hûn ê çi bikin?

Hevalên me yên têne dadgehkirin bi awayên cuda û li dadgehê ev got; ‘Em ê li salonê hemû rê û rêbazên ku rastiyê derdixin holê, ji nû ve bi kar bînin,  ji bo aşkerakirina rastiyê. Darizandina rast a li vir zîhniyeta AKP'ê ye û sûcên ku çeteyên alîkariyê dide wan ku bi polîtîkaya xwe ya li Sûriyê re ji destpêkê ve têk çûye.  Tiştên ku li Kobanê qewimîn, tenê bi wir ve sînordar man. Ji wê demê ve li Sûriyê bi awayên cuda sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Kobanê dozeke pîlot (tecrube) e û berxwedana Kobanê jî di vî warî de qonaxek e. Bêguman hevalên me stratejiya hiqûqî û siyasî li gorî vê diyar kir û partiya me jî nêzîkatiya xwe ya giştî di vê çarçoveyê de ava kir. Em ê hem li pêşberî dîrokê hem jî li dadgehê wan darizînin. Diyarbûna heqîqetê tê wateya edalet pêk tê. Bêyî heqîqet û edalet, demokrasî nabe, aştî jî nabe. Armanca me mîna li hemû qadan, di vê darizandinê de jî bi edaletê re li hev bikin, li ser rastiyê edaletê ava bikin, li ser van her du heban aştiyê ava bikin û ji van deran rê li ber çareseriya demokratîk vekin.

Gelo îhtimal heye ku ‘Doza Kobanê’ ya li dijî we tê bikaranîn, li dewletê bizivire?

Di îdianameyê de tiştên wiha berevajî hene, mînak ku beşeke girîng a pirsgirêkên ku bi hevalên me re hatine vegotin bi tiştên ku di pêvajoya çareseriyê de hatine kirin ve, gire dane.  Mîna ku pêvajoya çareseriyê bûyereke yekalî ye.  Lê belê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hemû kiryarên ku ji hevalên me re kirien sûc jî berpirsyarî û hevpariya kesên wê rojê li ser desthilatê ne. Bi gotineke din, nivîskarên vê îdianameyê hikumeta wê demê kirine bersûcekî veşartî. Lewma divê em vê dozê wek mijareke bi vî rengî hêsan nebînin. Ez difikirim ku ev doz dê wek amûreke girîng bê bikaranîn. Ev doz jî dê bibe amûreke girîng ji bo nakokiyên kesên ku niha wek hevkar xuya dikin.

Em bawer dikin ku em ê di dawiyê de bi ser bikevin.  Ne di demeke pir dûr de. Bi vê biryardariyê, heta ku desteka gel bi vî rengî mezin bibe, ne pêkan e ku hikumet hesabên xwe bide, ne pêkan e ku em winda bikin. Berevajî, baweriya me heye ku em ê bi ser bikevin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HhJcXn4Ws7g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>