Ciwan Mistefa: WHO tenê 645 derzî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got: "WHO’ê tenê 645 derzî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandin û bi vê yekê rêgezên xwe bin pê dike û ev reftar jî îhanetek e."

Ciwan Mistefa: WHO tenê 645 derzî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandin
5 gulan, 2021   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

WHO di vê dawiyê de 203 hezar derzî ji hikumeta Şamê re şandin û got wê beşek ji derziyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandiye û dê bi rêya balafirgeha Şamê bigihîne Qamişlo, lê diyar bû ku tenê 645 derzî ji herêmê re şandine.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa axivî û da zanîn ku ev reftara WHO’yê siyaseta têkbirina nirx û rêgezên xwe ye.

Mistefa wiha got: "WHO ne adil e û girîngiyê nade zêdetirî 5 milyon şêniyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev reftar wek îhanetekê ji şêniyên herêmê re ye."

Mistefa piştrast kir ku WHO ji dema berbelavbûna vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tu girîngî nedaye û tu made û pêdiviyên tenduristî ji herêmê re tevî bangên berdewam neşandine û wiha pê de çû: "Made, alav û pêdiviyên tenduristî ji tevahî herêmên cîhanê re hatine şandin, lê WHO tu girîngî neda herêmên me û ev jî nîşaneya nakokiyên di rêgez û siyasetên wê de ye."

Mistefa bang li WHO kir ku di siyasetên xwe de adil be û rola mirovî bilîze û di karên xwe de wekheviyê pêk bîne.

(fr)

ANHA