Şêwiriyên siyasî di navbera Misir û Tirkiyê de dest pê kirin

Bi armanca lidarxistina dan û standinên hevbeş ên du rojan, cîgirê wezîrê kar û barên derve yê Misirê balyoz Hemdî Sened Loza şandeyeke tirkî bi pêşengiya wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê balyoz Sadat Onal pêşwazî kir.

Şêwiriyên siyasî di navbera Misir û Tirkiyê de dest pê kirin
5 gulan, 2021   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Derve ya Misirê şêwirmend Ehmed Hafiz got hevdîtin beriya çend kêliyan dest pê kir û dê heta du rojan bidome.

Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniyekê de roja sêşemê gotibû nîqaşên pêşîn ên di navbera şandeyên her du welatan de dê têkildarî gavên pêwîst bin ku dibe di dawiyê de têkiliyên di navbera her du aliyan de li ser astên dualî û herêmî baş bibin.

Şandeya Tirk vê sibê gihaştibû Qahîrayê da ku tev li civînan bibe ku dê du rojan bidome.

(şx)