Şêniyên Hesekê şehîd Ehmed Seîd oxir kir

Şêniyên Hesekê û gundên wê cenazeyê endamê Dispilîna Leşkerî Ehmed Seed li goristana şehîdan oxir kir û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

5 gulan, 2021   17:53
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîd Ehmed Seîd (Şervan) endamê Dispilîna Leşkerî ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan girt. Şehîd Şervan dema li ser erkê xwe bû şehîd bûbû.

Li goristanê piştî deqeya rêzgirtin û toreneke leşkerî ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) ve, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawî axivî û got: “Şehîdan ji bo azadiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, canê xwe feda kir. Bi saya wan me destkeftiyên mezin bi dest xistin. Em soz didin wan ku destkeftiyên wan biparêzin.”

Ji fermandarên hêzên leşkerî Beyar Devrim axivî û soza şopandina rêya şehîdan ji bo pêkanîna armancên wan da.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de beşdaran şehîd Şervan di nava tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmên silavkirina şehîdan gorî kir.

(şx)

ANHA