Li Girkê Legê çalakiya konvedanê ya ciwanên şoreşger bi dawî bû

Îro çalakiya konvedanê ya seferberiya giştî ku Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Girkê Legê ji bo piştgiriya gerîla û berxwedana wan li dijî artêşa Tirk a dagirker vegirtibû, bi dawî bû.

Li Girkê Legê çalakiya konvedanê ya ciwanên şoreşger bi dawî bû
Li Girkê Legê çalakiya konvedanê ya ciwanên şoreşger bi dawî bû
Li Girkê Legê çalakiya konvedanê ya ciwanên şoreşger bi dawî bû
Li Girkê Legê çalakiya konvedanê ya ciwanên şoreşger bi dawî bû
Li Girkê Legê çalakiya konvedanê ya ciwanên şoreşger bi dawî bû
Li Girkê Legê çalakiya konvedanê ya ciwanên şoreşger bi dawî bû
5 gulan, 2021   15:20
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşma "Bi rihê serkeftina Garê em Pêngava Bazên Zagrosê ya Şoreşgerî silav dikin" li Girkê Legê ji 1’ê vê Gulanê ve kon ji bo ragihandina seferberiyê vegirt, da ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê (Avaşîn, Zap û Metîna)  şermezar bikin.

Bi dehan ciwanên şoreşger ên Sûriyê yên herêma Cizîrê ji bo piştgiriya gerîla, endam û rêveberiyên saziyên Rêveberiya Xweser a Girkê Legê beşdarî bin kon bûn. Di bin kon de daxuyanî dan, civîn li dar xistin û sînevîzyonek li ser bersivdana gerîl a êrişên dagirkeriya Tirk hat pêşandan.

Îro çalakiyên konvedana seferberiyê di roja 5’an de bi meşeke Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji pêş kon heta bi têketina Girkê Legê bi dawî bû.

Piştre ciwanan bi erebeyan berê xwe da Dêrikê û li gorî komîteya çavdêr a çalakiyên ciwanan dê li wir daxuyanî were dayîn.

Li bin konê seferberiyê endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Diyar Mislim axivî û destnîşan kir ku ew ê tevî gel li qadan bin heta Pêngava Bazên Zagrosê bi ser dikeve û wiha got: "Divê gerîla bizane ku em piştgiriya wan li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker dikin."

Mislim wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê ciwanên Başûrê Kurdistanê berê xwe bidin qadên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku piştevaniya gerîla bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1ye4BL01G78" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>